EKOLOJÎ

Hemû Nûçe

  • Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareseriyê-4 

    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî wêrankariya sîstema sermayedar a di jîngehê û civakê de pêkaniye, tevî rexneyan jî, girîngiyeke mezin dide tevgerên ekolojîk, anarşîst, çandî, femînîst, olî, netewî û xwecihî. Ocalan diyar dike ev tevger di çarçoveya modernîteya demokratîk de dikarin li dijî sîstemê rawestin, guhertinê pêkbînin û di avakirina sîstemeke demokratîk, wekhevîxwaz û ekolojîk de roleke erênî bilîzin.
  • Vîrûsa Koronayê bandor li komkirin û bazara kerengan jî kir 

    Kereng yek ji xwarinên nebatî yên Kurdewarî ye. Bi hatina demsala biharê û Newrozê re kereng weke nebateke demsalê bi awayekî xwezayî li çiyayan derdikevin. Piştî komkirina wan bi şêwazên curbicur xwarinên kerengan ên bi tam û xweş tên çêkirin. Lê belê îsal nexweşiya vîrûsa Koronayê tesîr li ser komkirina vê berhema xwarinê jî kir.
  • Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareseriyê-3 

    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezinbûna bajaran û zêdebûna şêniyan weke penceşêrbûnê binav dike û dibêje, “Bajarên xwedî şêniyên ji milyonî heta dixwaze bigihîje 25 milyonî, dînîtî û hovîtî ye. Bajarên ku mîna penceşêrê mezin dibin; xwe, jîngehê û civaka gund dikûjin. Ev bajar dikarin welatek li gel jîngeha wê ji holê rakin.”
  • Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareserîyê-2 

    Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Pîşesaziyê weke çekeke di destê hêzên sermayedar de li dijî civakê û xwezayê têbikaranîn dinirxîne û balê dikişîne ser metirsiyên ku çavkaniya xwe ji pîşesaziya di destê sermayedaran de digire. Ocalan dibêje, eger pîşesazî di rêya civaka exlaqî û polîtîk de were bikaranîn, dikare xizmetê ji civakê re bike û guhertinên mezin pêkbîne.
  • Pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî wêraniya sermayedariyê û rêyên çareserîyê-1 

    Li gel virûsa Korona, gelek derdoran dest bi nîqaşên li ser pergala sermayedariyê û tunekirina xwezayê kiriye, lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li salan beriya niha bal kişandiye ser talan û wêraniya ku pergala sermayedar pêk tîne, hişyariya qeyranên mezin kiriye û rêyên çareseriyê pêşkêş kirin. Bi taybetî pêşbîniyên Ocalan ên têkildarî xweza, pîşesazî û bajarvaniyê, her wiha wêraniya ku wê di encama van mijaran de li ser civakan pêk werin, îro tên dîtin. 
  • Mamostayê Zanîngehê Dr. Salih: Ji bo parastina jîngehê vîrûsa korona hişyariyek bû 

     Jîngehparêz û Mamostayê Zanîngehê Dr. Salih Necîb ragihand ku vîrûsa korona weke diyardeyekî xwezayî peyda bûye û ji bo welatan zengeke ku xwezayê biparêzin û destdirêjiya mirovan a li ser jîngehê were bi dawî kirin.
  • Xwezayê piştî çend salan bêhneke paqij stend 

    Vîrusa Koronayê li cîhanê bi lez belav dibe. Di çarçoveya tedbîrên li hember Koronayê de çûnûhatina wesayîtan hatin kêmkirin, ji nîvî zêdetir kargehên li cîhanê hatin sekinandin. Bi vê re qirêjiya jîngehê li hinek herêman kêm bûye û xwezayê piştî çend salan bêhneke paqij stend.
  • Li Şengalê 3 leşkerên din yên Iraqê bi vîrûsê ketin 

    Hate ragihandin ku li herêma Şengalê 3 leşkerên din yên Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine. Duh jî leşkerekî din bi vîrûsê ketibû. Leşkerên ku bi vîrûsê ketine rakirin nexweşxaneyê.
  • Hîn Parka Şarezûr temam nebûyî wêran bû 

    Parka giştî ya bajaroka Şarezûr tevî ku parka herî mezin a bajaroke û ji berî 10 salan bi bûdceya 2 milyar û 300 milyon dînar hate destpêkirin, lê hîn karê wê temam nebûye û kompanyaya çêdikir rastedestî şaredariyê nekiriye. Lê niha piraniya amûrên di nava parkê de şikestîne û pûç bûne.
  • Cotyarên Şarezûr dest bi çandina tiroziyan kirin 

    Cotyarên deşta Şarezûrê dest bi çandiya tiroziyên dêmî kirin. Cotyarên Şarezûr eşkere kirin ku niha dema çandina tiroziyên dêmî ne, ji ber ku pêwîstî bi avdaniyê nîne, tenê du-sê caran bazar lê were bes e.
  • Ji herêma Balekateyî çend wêne 

    Balekayetî herêmek sar a çiyayî ye. Heta demsala havînê jî befir jê xelas nabe. Bi taybet bi hatina biharê re dîmek xweşik ê befir û keskehiyê xuya dike.
  • Qesabxane bûye gefa li ser tenduristiya welatiyan 

    Li navçeya Seyîdsadiq a girêdayî Silêmaniyê ku ti mercekî tenduristiyê lê nîne, ji ber bêhn û qirêjiya paşmayên qesabxaneyê welatî di rewşeke zehmet de ne. Berpirsê Veterînerên Seyidsadiq Bêstûn Ebubekir got, “Yek ji pirsgirêka qesabxaneyê qirêjkirina jîngeh û hewaya navçeyê ye. Her wiha qirêjî û ava wê diçe nav Çemê Çeqan. Bi vê re jî careke din xak û ava binê erdê qirêj dibe. Ev hemû bandorê li ser tenduristiya welatiyan dike. Navçeyê bi temamî jî qirêj dike.”
  • Ji Çiyagerên Kelarê kampanya paqijiyê 

    Çiyagerên navçeya Kelar a ser bi Germiyanê dest bi kampanya paqijiyê kirin. Kampanya li gundê Berlutewe destpê kirin. Herwiha bang li welatiyan kirin ku geşt û seyranan de jîngeh û xwezayê biparêz in.
  • Ji sedî 20 zeviyên çandiniyê bûne cihê niştecihbûnê 

    Mezinbûna bajaran û projeyên niştecihbûnê li ser çandiniya Herêma Kurdistanê bûne gefeke mezin. Li gor îstatîstîkan ji piştî Raperînê heta niha mîlyonek û 650 hezar donim zeviyên çandiniyê ji Lijneya Veberhênan û Şarevaniyê re hatiye veqetandin û kirine cihê niştecihbûnê. Ev jî dike ji sedî 20’ê zeviyên çandiniyê yên li Herêma Kurdistan.
  • Li Seyidsadiq pêngava çandina şitlên daran 

    Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê pêngava çandina 7 hezar şitlên daran hate destpêkirin.
  • Cemre ket avê 

    Cemreya beriya niha hefteyekî ketibû hewayê, îro jî ket avê.
  • Lûksembûrg ji bo parastina jîngehê biryareke girîng da 

    Rêveberiya Lûksembûrgê ji bo parastina jîngeh û sivikkirina trafîkê biryar da pas, trên û Tramvayên di nava bajêr de dixebitin ji bo welatiyan bê beramber ango bê pere bixebitin.
  • Li Germiyan cihên dîrokî nayên parastin 

    Li herêma Germiyan hinek avahiyên dîrokî nayên parastin. Saziya Arkeolojî ya Germiyanê diyar kir ku ji bo parastinê û nûjenkirina wan ti proje nîne.
  • Xwarina lawirên zindî ji aliyê pêşmergeyan ve nerazîbûna jina bi xwere anî 

    Pêşmergeyên Hêza 80’ê di rojên derbasbûyî de di dema perwerdê de lawirên zindî yên wek Mar û kêvroşk li ber kamerayan xwarin. Jinan dan diyarkirin ev yek karek dirindeyane ye, bi vê perwerdê jin fêrî şerê bi xwezayê re dikin. Rêxistinên jîngehparêz jî daxwaz ji Wezareta Pêşmerge dikin demildest dawî li van kiryaran bînin.
  • Berf Hacî Omeran dike cihê herî zehmet ê Herêma Kurdistanê 

    Di demsala zivistanê de rêya Deriyê Hacî Omeran ji bo ajokaran dibe yek ji rêyên herî zehmet. Ji ber berfa zêde gelek caran rê tê girtin. Bazirganiya di navbera Herêma Kurdistan û Rojhilatê Kurdistan de radiweste.
  • Li Hacî Umran dîmenên berfê 

    Li bajaroka Hacî Umran a girêdayî Çoman a Hewlêr berfeke zêde bariya û gelek kolanên bajarok hatine girtin.
  • Klora dema wê bihuriye hê jî ji bo ava Silêmaniyê tê bikaranîn 

    Serokê Komîsyona Çandiniyê li Encûmena Silêmaniyê ragihand, klora ku sala 2018’an wextê wê yê bikaranînê qediyaye hê jî ji bo ava Silêmaniyê tê bikaranîn.
  • Jîngeha Hewlêrê di metirsiyê de ye û sedema sereke ya penceşêrê ye 

     Desteya Parastin û Çêkirina Jîngehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê têkildarî qirêjbûna zêde ya jîngeha Hewlêrê de hişyarî da û ragihad ku hebûna kargeh û palîngehên neyasayî yên neftê sedema sereke  yên qirêjiya jîngeha Hewlêrê ye. Pisporê nexweşiya penceşêrê Dr. Samî Ehmed diyar ku qirêjbûna jîngehê sedema sereke ya penceşêrê ye û got; “Berpirsên partiyan û hikûmet palîngehan (refîne) bi rê ve dibin.”
  • Desteya Jîngehê: Ji ber bombebaranan ziyanek mezin gihiştiye jîngehê 

    Desteya Jîngeha Herêma Kurdistanê ragihand ku ji ber bombebaranan ziyanek mezin gihiştiye jîngeha Herêma Kurdistanê. Herwiha desteyê da zanîn ku pereyê ji şofêran tê wergirtin, ji bo Wezareta Navxweyî û Darayî diçe.
  • Welatiyan xwest rayedar girîngiyê bidin Çiyayê Hesen Beg 

    Bi barîna berfê re bi hezaran geştyar berê xwe dan Çiyayê Hesen Beg, welatiyan jî diyar kirin ku herêm ji bo geştyariya zivistanê guncaw e û divê rayedar girîngiyê bidinê