EKOLOJÎ

Hemû Nûçe

  • Hewlêr û Bexdayê rewşa jîngehê guftûgo kirin 

    Şandeyek Wezareta Jîngehê ya Iraqê bi armanca guftûgokirina li ser  parastina jîngeh û pêşîlêgirtina metirsiyên xwezayî hate Hewlêrê û wê ji bo berpirsên jîngehê yên Herêma Kurdistanê du rojan semîneran bide.
  • Ruyê din ê Hewlêrê 

    Hewlêr wekî bajarekî pak û pêşketî tê nîşandan, lê taxên qeraxa bajar, di nava gilêj û gemarê de mane. Şeradarî dibêje ku paqijiya wan deran ne erka wan e, rayedarên xizmetguzariyê jî, welatiyan sûcdar dikin.
  • Xwezaya çiyayên Qendîl û Karox 

    Her yek ji rêzeçiyayên Qendîl û Karox dikevin sînorê di navbera parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê de. Beşek ji rêzeçiyayên Qendîl ser bi qezaya Pişdere ya ser bi îdareya Raperîn e û beşek jî ser bi qezaya Çoman a ser bi parêzgeha Hewlêrê ye.
  • Li hinek taxên Hewlêr cûrekî kirman belavbûye 

    Li hinek taxên hewlêr bi awayek zêde cûre kirmikek û mêrû belavbûne. Ev kirmik û mêrû li cem welatiyan metirsî bi xwere daye çêkirin. Welatî daxwaz ji tîmên tendirûstiyê dikin ku çareyek jêre bibînin, Berdevkê Ragihandina Tendirûstiya Hewlêrê Faxir Kurmancî jî got;"Ev kirm tu ziyaneka xwe nîne."
  • Şikefta  Hezar Mêrd cihekî girîng ê dîrokî ye lê... 

    Şikefta dîrokî ya Hezar Mêrd li Silêmanî ciheke dîrokî û geştiyariye, lê hatiye paşguhxistin. Rêveberiya Şunwarên Silêmanî jî got; "Têkildarî şikeftê zanyariyên temam li ber destê me tuneye. Baweriya me bi wan herdu lêkolînên ku di sedsala borî de li ser şikeftê hatine kirin jî nayê. Ji bona wê me daxwaz ji du zanîngehên navnetewî kirine ku werin lêkolînek nû li ser şikeftê bikin."
  • ‘Sedemê pîsbûna axê bombebarana welatên dagirkere’ 

    Pîsbûna jîngehê metirsiyek mezin li ser jiyana rojane ya xelk û tendirustiya mirovan çêdike. Mamostayek zanîngehê got ku beşek ji sedemê pîsbûna jîngeha bombebarana welatên dagirkere.
  • Li Germiyanê paşmayên Kargehan metirsiyê dixin ser tendirûstiya welatiyan 

    Runiştvanên bajarokê Rizgarî yê Germiyanê diyar kirin ku ji ber paşmayên du kargehên çêkirina boriyên plastîk ku li nêzî malên wanin, bûne sedemê belavbûna nexweşiyên çerm û metirsiyê li ser tendirûstiya wan û jîngeha deverê çêdikin. Pisporek yê Kîmyayê jî piştrastkir ku ev paşmayên van kargehan metirsiyê dixe ser jiyana xwelati û jîngeha deverê.
  • Li Helebce sewalên beredayî dîmen û jîngeha bajêr xira dikin 

    Li Helebce xwedîkirina sewalan bi awayek beredayî ku derdikevin nava kolan û cadeyên Helebce, ji bilî xirakirna jîngah bajêr, pirsgirêkên mezin ji bo şaredariyê jî derdixin û dîmenek ne ciwan didin bajêr. Seroka Şaredariya Helebce Kiwêstan Ekrem jî eşkere kir ku wana gelek hewildan ji bo nehêlana vê diyardeyê kirine, lê ew bi serneketine. Herwiha got ku ewê di rojên bên de ji bo pêşî lêgirtina van diyardane hinek pêngavên pêwîst bavêjin.
  • Komîteya Aboriyê pêngava şînkirina Şengalê da destpêkirin 

    Komîteya Aboriyê ya Şengalê ku ser bi Meclîsa Xweser dixebite, ji bo ji holê rakirina şopên DAIŞ’ê û şînkirina herêmê pêngava şînkirin ango çandina şitlên daran da destpêkirin. Bi vê armancê 3000 hezar şitlên daran li ser gel hatin belavkirin.
  • Jîngeha Tancerû bi metirsiyek mezin re rû bi rû ye 

    Têkelbûna çop û paşmayên bajarê Silêmanî û kargehan li gel çemê Tancerû, ava wê ji çavkaniya jiyanê vegerandiye çavkaniya mirinê. Li gorî nêrîna pispor û şarezayên di warê jîngehê de, eger rê li pêşiya vê qirêjbûnê neyê girtin wê karesatên mezin bi xwere bîne. Di vê lêkolîna Rojnews'ê de hunê zanyariyên metirsîdar li ser qirêjbûna jîngeha Tancerû bibînin.
  • Li Germiyanê rêjeya şînahî ji sedî 5 kêmtire  

    Serokê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Îbrahîm Zerîf got: "Zedetirî 3 mehin jimareyek ji tankerên petrolê li nêzî malên welatiyan yên navçeya Kelarê neft û rûhnê reşê qirêjbûyî bi awayekî bê serûber vala dikin ser erdê ku ev yek metirsiyek mezine li ser tendirûstiya mirovan." Rêvebirê Saziya Jîngeha Germiyanê Durêd Selîm jî eşkere kir ku rêjeya şînatiyê li Germiyanê gelek kême û hîn negihiştiye ji sedî 5.
  • Kêmendaman li ber Desteya Wezîran kon vedan- NÛ BÛ 

    Li Hewlêrê kêmendamên ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê li dijî qutkirina mûçeyên bihezaran kêmendaman li ber avahiya Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.
  • Ji xwezaya gundê Norê çend wêne 

    Gundê Norê yek ji gundê herêma Raperîn e. Xwedî xwezayekî xweşike. Di demsala biharê de kaniyên wê dizên û tevahiya gund bi rengê kesk tê xwemilandin. Gulên renga reng xweşikbûnek efsanewî têxe di nava dîmenên xwezaya gund. Hemû bi hev re bala giştiyaran dişînin li ser xwe.
  • Forûma Avê ya Mezopotamyayê bang li Tirkiye û Îranê kir 

    Encamnameya Forûma Avê ya Mezopotamyayê ya li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê pêh hatî, hate eşkerekirin. Di forûmê de bang li Tirkiye û Îranê hate kirin ku avê li ser Iraq û Sûriyê qut neke.
  • Li Seyîdsadiq xwedîkirina gamêşan zêde bûye 

    Salane gelek malbatên li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê, gelek malbat bi xweyî kirina gamêşan debara jiyana xwe dikin. Despêkê hejmara gamêşan kêm bû, lê niha li Seyîdsadiq nêzîkî 500 gamêş tê xweyî kirin. Kesên gamêşan xweyî dikin gotin ku hikumet bi ti awayek alîkariya wan nake.  
  •  Parlamenterê Iraqê: Tirkiye peymana avê ya bi Iraqê re pêk nayîne 

    Parlamenter û Endanê Lijneya Tendirustî û Jîngehê ya Parlamentoya Iraqê  Faris Birîfkanî eşkere kir ku Tirkiyeyê ava pêwîst ji bo Iraqê neberdaye û heta niha Tirkiyeyê peymana avê ya li gel Iraqê pêk neaniye. Birîfkanî got ku eger wiha be wê di havîna îsal de ji bo hinek bajaran pirsgirêka avê çêbibe.
  • Li Silêmanî bi boneya roja jîngehê çalakiyek hunerî hate li darxistin 

    Bi boneya Roja Jîngehê ya Herêma Kurdistanê, li Çayxaneya Hunerê ya Fermanberan a li Silêmanî çalakiyek hunerî hate li darxistin, di çalakiya hunerî de helbest, stran û 70 gulên ji rengên cûda li ser beşdarvanan hatin belav kirin.
  • Li Germiyan rojên jîngehê 

    Li Germiyan hefteya çalakiyên jîngehî hate destpê kirin. Di roja yekem de hejmarek çalakî hatin lidarxistin.
  • Jîngeha Herêma Kurdistanê di metirsiyê de ye û desthilat jî nabîne 

    Gelek sedem hene ku jîngeha Herêma Kurdistanê bikeve dibin metirsiyê de. Dewleta Tirk bi berdewam xwezaya Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, welatî bi qasî pêwîst giringî bi jîngehê nadin û sîstema destilatê jî zêde giringiyek wisan nade bi jîngehê. Pisporên jîngehê jî diyar dikin ku piraniya nexweşiyên derdikevin sedemên wana qirêjbûna jîngehê ye.
  • Ji bo 31’emîn salvegera Enfalê 4 hezar dar hatin çandin 

    Bi boneya 31’emîn salvegera sucê enfalÊ li parêzgeha Helebce li ser rêya Ehmed Mûxtar Caf 4 hezar dar hatin çandin.
  • Kaniya jinûve herikî bû cihê seyranê  

    Li Şengalê kaniyên ku miçiqîbûn û bi barana zêde re jinûve herikîn, bûne cihê seyranê. 
  • ‘Bendav biqasî bombeya atomê jîngehê wêran dike’ 

    Aktîvîstên Forûma Avê ya Mezopotamyayê diyar kirin li Mezopotamyayê pirsgirêka avê nîne, lê ji ber dewletên herêmê bi bendavan pêşî li avê digirin û di berjewendiyên xwede bikartînin, pirsgirêka avê li herêmê derdikeve û hate gotin ku bendavên ku tên çêkirin biqasî bombeya atomê xwezayê wêran dike û zirerê didin herêmê.   
  • Şandeyek ji parlamentoya Iraqê serdana bendava Derbendîxan kirin 

    Şandeyekî ku pêkdihat ji endamên parlamentoya Iraqê yên koma Newey Niwê (Nifşê Nû), Tevgera Goran, YNK'ê û Hevpeyamniya Fetih li gel Qeymeqamê navçeya Derbendîxanê serdana bendava Derbendîxanê kirin. Armanca serdanê ew bû metirsiyên bendavê û kêmû kasiyên heyî werin lêkolînkirin.
  • Bi boneya salvegera Enfalê 31 dar hatin çandin 

    Li navçeya Kelar a Germiyan bi boneya 31'salvegera tevkujiya Enfalê 31 dar hatin çandin.
  • Forûma Ava Mezopotamya li Silêmanî berdewam dike 

    Li Silêmaniyê bi beşdarbûna zêdetirî 200 akademînsyen, jîngehparêz û berpirsên Bakur, Başûr, Rojava û welatên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê ‘Forûma Ava Mezopotamya’ di roja xwe ya duwem de berdewam dike. Îro guftugo li ser serçaweyên pîskirina avê û ziyanên bendavan hate kirin.