Parlamentoya Herêmê wê ji bo pejirandina îstifaya 7 parlamenteran bicive

Seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo civîna parlamentoyê bang li parlamenteran kir ku di 1’ê Adarê amade bin. Tê payîn di wê civînê de îstifaya 7 parlamenteran bikeve dengdanê.

Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayeq bi daxuyaniyekê bang li hemû parlamenteran kir da ku di civîna 1’ê Adarê ya parlamentoyê de amade bin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Wê di civînê de çend mijar werin guftugokirin. Herwiha wê îstifaya parlamenter, Elî Heme Salih, Şêrko Hemedet, Kazim Faruq, Ebubekir Ebdula, Îsmaîl Elî, Serçinar Ehmed û Heliz Ehmed bikeve dengdanê.”

Hêjayî gotinê ye ji ber ku parlamentoya Herêma Kurdistaê sala borî dema xwe dirêjkiriye, gelek parlamenteran boykot ragihandine û îstifaya xwe pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kirine.

(nr)