Ji ber bêxemiya hikumetê li Şeqlawa çalakiyên hunerî kêm bûne

Welatî û helbestvanên navçeya Şeqlawa diyarkirin ku îdareya Şeqlawe girîngiyê nade çalakiyên hunerî û gotin; “Tevî Şeqlawa weke bûka Kurdistanê jî tê nasîn, aliyên peywendîdar ti girîngiyek nadin huner û rewşenbîriyê, ji bo vê jî çaakiyên hunerî rawestiyane.”

Navçeya Şeqlawa ya ser bi Hewlêrê navçeyek geştiyariyê ye û ji ber bedewiya xwe nasnavê bûka Kurdistanê lê hatiye kirin. Lê tevî bi salane di warê hunerî û rewşenbîrî de pêşengiyê ji bajarên din yên Herêma Kurdistanê re kir, bi salane çalakiyên hunerî û rewşenbîrî li Şeqlawe nehatine lidarxistin. Derbarê mijarê de welatiyên Şeqlawa ji Rojnews re axivîn.

Welatiyê bi navê Hogir Ezîz diyarkir ku li Şeqlawa bi dehan hunermend hene, di demên borî de gelek çalakiyên hunerî, şano, stran, helbestî dihatin lidarxistin û wiha pê de çû; “Lê niha Şeqlawa ji çalakiyên hunerî û rewşenbîrî vale bûye, ev jî bêxemiya berpirsên Şeqlaweyê ye. Livir girîngiyê nadin şanoyê, gelek hunermend û şanoger hene, lê cihek nîne were nîşandan. Stranên Şewqlawe ji bîra xelkê çûne, ji ber ku piştgiriya hunermendan nayê kirin.”

Hogir Ezîz

Yek ji helbestvanên Şeqlaweyê Kerîm Kanî Berdî jî dibêje; “Di salên dawî de ti çalakiyek hunerî û rewşenbîrî nehatiye lidarxistin. Ev jî bandorek nerênî li ser rewşa huner û rewşenbiryê kiriye. Li Şeqlawa gelek hunermend, helbestvan, şanoger hene, lê ji ber ku ti piştgirî ji bo hunerê nayê dayîn, ti çalakiyên hunerî jî nayên lidarxistin.”

Berpirsê Navenda Rewşenbîrî ya Şeqlawa Muhsîn Qesrokî derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku ti kes alîkariyê nade navenda wan, ji bo vê çalakiyên hunerî jî rawestiyane û weke tê xwestin pêknayên. Muhsîn di dewamê de got; “Bi vê re jî ti alîkariya darayî jî li ber destê me nîne, lê sala borî tevî wê jî me hinek çalakiyên hunerî, semîner lidarxistin. Em dixwazin îsal ji bo Newrozê festîvala herî mezin lidarbixin. Herwiha emê cara yekem Festîvala Kewîs Axa û Hesen Sîsaw lidarbixin.”

Herî dawî Qesrokî bang li hikumet û kesên xêrxwaz kir da ku alîkariyê bidin Navenda Rewşenbîrî ya Şeqlawe.

(nr)