Ji ber bê planiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, demek dirêje pirsgirêka nebûna cihek ji bo komkirina çopa navçeya Çoman û her çar bajarokên wê derketiye. Ji ber çaresernekirina pirsgirêkê li nav kolanên bajêr çopek zêde ketiye serhev. Welatî ji vê rewşê nerazîne û bi gazindin.
Li navçeya Çoman çend mehin pirsgirêka komnekirina çopê heye. Her çiqas hinek cih ji bo komkirin û avêtina çopê hatibe diyarkirin, lê ne îdareya serbixwe ya Soran rê dide li sinorê wê çop were avêtin, nejî qeymeqamtî zevi dide ji bo çop li ser were valekirin.
Di çend rojên borî de piştî nerazîbûna xelkê gundên Omerawe, Rezan û bajaroka Qesrê û Gelale, şêniyên gundê Werde jî rê nedan li nav gundê wan de çop were komkirin.
Welatiyê bi navê Piştîwan Teha ku xelkê Çomane, diyarkir ku bi salane li Çomanê pirsgirêka komnekirina çopê heye û got: “Ji ber vê rewşê welatî bêzar bûne û çopa li nava kolanan sîmayê bajêr xirab dike.”
Piştîwan Teha da zanîn ku hikûmet li çend cihan rê nade çop were komkirin û wiha domand: “Niha jî dixwazin çopê li nav malan û taxên Çomanê bavêjin. Vê yekê jî welatiyan bêzar kiriye û ji ber wê jî welatî rê nadin çop li nêzî wan were avêtin û komkirin.”
Welatiyê bi navê Qeys Mihemed jî diyarkir demek dirêje pirsgirêka komkirina çopê li devera Balekayetî heye û got: “Diviyabû hikûmetê di demek kin de vê pirsgirêkê çareser bikira û cihek guncaw ji bo komkirina çopê peyda bikira. Yan jî diviyabû kargehek ya vegerandina çopê li deverê danîba.”
Di dewamê de Qeys Mihemed da zanîn ew ji ber selametî, tendirustî û paqijiya jîngeha navçeyê rê nadin şaredarî li nêzî wan çopê vale bikin û got: “Ev herêm cihek geştiyariye, ji ber wê çop li kuderê were avêtin wê ziyanê bide tendirustî û jîngehê.”
Têkildarî mijarê Qeymeqamê navçeya Çomanê Siware Ekrem ji Rojnews re got: “Em li gel aliyên peywendîdar mijûlê çareserkirina pirsgirêkê ne. Lê ji bo demkî me cih diyarkiriye, welatî jî naxwazin li nêzî mal û cihên wan çop were avêtin.”
Siware Ekrem da zanîn ku sedemê dubarebûna pirsgirêkê ewe ku di girêbestên wan de valehî çêdibe û got: “Salane divê kompanya komkirina çopê erkdar bikîn ku zûtir ji dema temambûna girêbestê fikra çareserkirina pirsgirêka komkirina çopê bikin.”
Li gor girêbesta hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kompanya Papa Grub divê li sinorê îdareya serbixwe ya Soran erkê paqijkirin û komkirina çopê bicih bîne û çareser bike. Rojane kompanya paqijiyê li sinorê navçeya Çoman, bajaroka Simêlan, Qesrê, Hacî Omeran û Gelale zêdetirî 20 ton çop kom dike. Lê niha ji ber nebûna cihek ji bo komkirin û avêtina çopê pirsgirêk ji bo kompanyê û welatiyan çêbûye.
(kş)