Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya nûkirina proseya mûçeyan de, mûçeyên gelek karmend, rizgarbûyên Enfalê û kesûkarên Enfalkiriyan birriye. Rizgarbûyên Enfalê destnîşankirin ku rewşa jiyana kesukarên Enfalkiriyan gelek xirab e û gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha ti xizmetek ji bo rizgarbûyên Enfalê nekiriye. Daxwaz dikin ku hikûmet mûçeyên me vegerîne.”
Rizgarbûyên Enfalê yên li parêzgeha Helebce, Germiyan, Kelar û Kifriyê bi dehan car li ber Wezareta Şehîdan û Encumena Wezîran ya Herêmê kombûne. Daxwaza wan ya sereke vegerandina mûçeyên wanin. Hefteya borî bi du rojan ser hev li ber avahiya Encumena Wezîran ya li parêzgeha Hewlêrê ji bo daxwazkirina mûçeyan, çalakî hate li darxistin. Rexmê ku karwanên wesayîtên berpirsên hikûmetê li ber wan re derbaz dibûn, lê ji aliyê ti berpirs û wezîran ve bersiva daxwazên wan nehate dayîn.
Di derbarê vê yekê de mexdûrên Enfalê ji Rojnews’ê re axivîn û gotin: “Em ji mirinê zivirîne, rojane ew kêlî tên ber çavê me, lê hikûmet li şûna xizmeta me bike û mûçeyên me zêdetir bike, mûçeyê rizgarbûyên Enfalê dibire. Rewşa jiyana kesukarên Enfalkiriyan gelek xirab e.”
Yek ji mexdûrên Enfalê Aso Hesen ku ji bajarokê Kifriye bi dehan car hatiye ber Desteya Wezîran û Wezareta Şehîdan, di derbarê birrîna mûçeyên wan de wiha axivî: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha ti xizmetek ji bo rizgarbûyên Enfalê nekiriye. Rewşa jiyana me jî gelek xirab e û her ku diçe xirabtir dibe. Bi awayekî rizgarbûyên Enfalê weke zindiyên mirîn e. Hikûmet li şûna xizmetê ji rizgarbûyên Enfalê re bike û jiyanek xweş ji bo wan dabîn bike, bi hinceta çareserkirinê mûçeyên me birriye. Di heman demê de tenê mûçeyek yê me heye. Her wiha heta niha hikûmetê ne parçeyek zevî, ne jî xaniyek ji bo kesûkarên Enfalkiriyan ne daye. Daxwaz dikin ku hikûmet mûçeyên me vegerîne.”
Piştî daxuyaniya proseya nûkirinê ya di lîsteya mûçe û mafên darayî yên kesûkarên şehîdan û karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê, mûçeyê 220 mexdûrên Enfalê hate birrîn. Di heman daxuyaniyê de hatibû ragihandin ku ew kesên mûçeyên wan hatîn birrîn du mûçe di girtin, lê mexdûrên Enfalê vê yekê red kirin ku du mûçe digirin.
Her wiha Ebdula Ebdulkerîm ku yek ji rizgarbûyên Enfalê ye, derbarê heman mijarê de wiha anî ziman: “Me şehîd heye, ji Enfalê rizgarbûme, min mûçeyek 250 hezarî hebû, ew jî ji aliyê hikûmetê ve hate birrîn. Hikûmet ti xizmetek ji bo me nake.”
Mutesim Cehfer ji parêzgeha Helebceye ku rizgarbûyek din ê Enfalê ye got: “Heta niha hikûmeta Herêmê ti xizmet û tiştek ji bo kesûkarên Enfalkiryan û rizgarbûyên Enfalê nekiriye. Ew mûçeyê heyî jî birriye. Me tenê mûçeyek heye ku hikûmet dixwaze nûkirinê di mûçeyan de bike. Daxwaz dikin ku mafên me weke yên li hikûmeta Iraqê lê were kirin. Her wiha li gel mûçeyên me xanî û zeviyan jî bide.”
(fk)