Werzîşvana jin ezmûna xwe bi jinan re parve dike

Tevî kelemên li pêşiya jinan a ji bo werzîşê, li navçeya Kelar a jinek a werzîşvan ezmûna xwe bi jinên din re parve dike û diyar kir ku pêşîlêgirtinê ji bo wan pirsgirêk çêkiriye.

Behar Rehîm Mihemed lîstikvana qada werzîrê ya doh û perwerdekara îro ya werzîşê ye. Yek ji van jinane ku bi salane li Germiyan di warê werzîşê de xizmetê dike û hejmara jinan a di qada werzîşê de zêde dike. Ji ber ku hinek bav li pêşiya keçên xwe dibin asteng bifikare û bang li jinan kir ku berê xwe bidin Werzîşê.

Behar Rehîm li Dibistana Amadeyî ya Şehîd Mistefa Reşhîd mamosta ye û li di warê werzîşê de jinan perwerde dike.

Behar Rehîm qala destpêka hilbijartina vî pîşeyî kir û got: “Min di qonaxa seratayî de destpê kir. Pişte li dibistana navendî ez zêdetir kevin nava vê qadê de. Heta ku li klûba Werzîşê Şêrwan bûm lîstikvanek. Ji ber bandoriya irf û edetên civakê, wê demê heta ku jinek bibe werzîşvan nehêsan bû, wê demê ji niha gelek serwertir bû. Piştî min dibistana amadeyî xelas kir, tevî astengiyan min biryar da ku werzîşê berdewam bikim. Ji ber ku xwesteka min hebû. Lewma wê demê birayê min alîkariya min kir, heta ku biçin Beşa Werzîşê ya Peymangeha Mamosta ya Kelarê bixwnim.”

Behar çîroka jiyana xwe wiha vegot: “Di dawiya salên xwendinê de, min li gel klûba werzîşê ya Şêrwan ku wê demê, li ser asta Germiyan yekane klûbe bû ku ez qala ji berî 17 salan dikim, biryar da ku tîmek keçan ava bikim. Ez ji bibim perwerdekarê vê tîmê. Ji wê demê ve ez berdewam dikim û tevlî gelek pêşbirkan bûne û li Germiyan û derveyî wê serkeftin bi dest xistime.”

Tevî astengiyan jî, hîn li Germiyan hejmarek jin bi werzîşê ve mijûl in û ji bo serkeftinê di nava hewldanan de ne.

Behar Rehîm eşkere kir ku niha tîma keçan a Gorepan û meydanî ya Klûba Şêrwan ji 18 keçan pêk tê û got: “Helbet di her astekê de cudahiya wan heye. Lê, ez zêdetir girîngiyê didim yên nû fêr dibe û pileya wan a di warên cuda de bilind dikim. Li Kurdistanê pêşîlêgirtina keç û jinan a ji bo tevlîbûna werzîşê heye. Lê, li gel me, zêdetir ketine asta têgihîştina civakê. Helbet bi navên cuda li pêşiya lîstikvanên me astengî hene. Eger ev rêgirî nebin, hinek keç hene li Kurdistanê dikarin pileya yekem û duyemîntiyê bînin. Hêza wan heye dikarin li Iraqê bibin lîstivanên serkeftî.”

Behar eşkere kir ku jinên Germiyan xwedî hêzin, lê mixabin, rêgiriya dayik û bav û birayê wan ji bo wan pirsgirêkan çê dike.

Behar Rehîm Mihemed a gelek demê xwe ji bo werzîşê veqetandiye û dixwaze gelek jin berê xwe bidin werzîşê ev bang li jinan kir: “Divê jin berê xwe bidin werzîşê, heta ku dibin xwedî tenduristiyek baş. Niha tişta ku cihê kêfxweşiyê ye, hejmarek holên werzîşê yên girtî yên jinan hene. Hejmarek baş têde werzîşê dikin. Lê, tişta ku cihê mixabiniyê ye, piştî demek kin dest ji werzîşê berdidin û jê dûr dikevin. Ev jî cihê xemginiyê ye.”

Bêrîvan Hesen a li ber destê Behar perwerdeyê dibîne jî wiha axivî: “Ez bi riya mamosta Behar hatin werzîşê. Ew niha jî li dibatanê mamosta û perwerdekare. Zêdetir teşwîqa wê ez gihandim vê astê ku min karî li ser asta Kurdistanê di lîstika bezê de pileya duyemîn bi dest bixim. Ev xeyala min a zarokatiyê bû. Divê jinên ku di vî warî de berhemên wan hene, xwe pêş bixin, girîngiyê nedin ti astengiyê, ji derveyî serkeftina xwe.”

(ab)