Wezîra karên derve ya Almanyayê li Şengalê ye

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku serdana Iraqê kir, îro li Şengalê ye û serdana Mala Pêkvejiyanê ya li navçeya Sinûnê kir.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê di Annalena Baerbock di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Iraqê de îro serdana navçeya Sinûnê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê kir.

Baerbock li Sinûnê serdana Mala Pêkvejiyanê ya li Sinûnê kir û bi hejmarek kesayet û çalakvanên Êzidî re civiya.

Li gorî zanyariyên ku peyamnêrê me daye di hevdîtinê li ser vegera koçberên Êzidî û ji nûve avakirina Şengalê hatiye axaftin.

Annelena ji aliyê Berpirsê Mala Êzidiyan Dr. Mîrza Dînayî ve hate pêşwazîkirin. Dinayî bi daxuyaniyeke çapemeniyê armanca serdanê û mijarên ku di hevdîtinê de hatine gûftûgokirin eşkere kir.

Dr. Mîrza dazanîn wan li gel beşek ji çalakvan û kesayetên Şengalê derbarê rewşa Şengalê de û daxwazên xelk de agahî dane û daxwazên xwe jê re ragihandiye.

Dinayî dazanîn Almanya ji ber qirkirina Êzîdiyan nas kiriye, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê xwestiye ji nêz ve rewşa Şengalê bişopîne û ji bo ji nûve avakirinê serdan kiriye.

Her wiha eşkere kir ku wê Annalena serdana çend cihên din yên Şengalê û gundê Koço jî bike.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock 7’ê Adarê serdana Bexdayê kir û bi Wezîrê Karên Derve ya Iraqê Fûad Hisên re hevdîtin pêkanî. Her wiha piştî rêze hevdîtinên xwe yên li Iraqê serdana Hewlêrê jî kir û bi serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Annalena piştî hevdîtin bi Mesrûr Barzanî û Fûad Hisênê PDK’yî re kir serdana Şengalê kir, lê bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê re ne civiya. Rayedarên PDK’ê bi taybet daxwaza bicîh anîna peymana 9’ê Cotmehê dikin ku beşeke zêde ya Êzîdiyan li dijî ne û weke qirkirineke din a Êzidiyan dibînin.

(bz)