Serok eşîrên Êzidiyan dan diyakirin ku pilanên mezin liser civaka Êzidî hene û dixwazin ola Êzdayetiyê ya kevnar ji holê rakin. Serok eşîran: “PDK’ê hevkariya dewleta Tirk dike ji bo Êzidî nebin xwedî îrade, ji bo parastina Êzdîtayê pêwîste Êzidî vegerin ser axa xwe û hêzên xwe ên parastinê mezin bikin.”
Ev demeke liser Şengalê pilanên PDK’ê û dewleta Tirk ên ji bo bê îrade hiştina civaka Êzidî berfireh bûne. PDK’ê bi rêya Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser navê Êzidiyan hevdîtinên dîplomasî dike û liser Êzdiyan siyaseteke veşartî dide meşandin. Her wiha bi rêya sîxurên xwe pêşengên Rêvebriya Xweser dike hedef û hewl dide karê sîxûrtiyê di nava ciwanên Êzidî de pêş bixe.
Serok eşîrên Şengalê jî li ser pilanên tinekirina Êzidiyan banga hişiyarbûnê li civakê kirin û gotin, pilanên tinekirina ola me hene lazime Êzidî vegerin Şengalê û ji bo parastina Êzidîtiyê beşdarî nava YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê bibin.
‘Dixwazin ola me ya kevnar tine bikin!’
Ji Serokeşîrên Hebabe Dexîl Xwedêda Xelef got: “Hin partiyên siyasî û welatên derdorê me, siyasetê li ser civaka me didin meşandin û dixwazin ola me ya kevnar bi siyasete xwe bihelînin. Em bang li gelê xwe dikin vegerin Şengalê û hêzên xwe ên parastinê YBŞ’ê YJŞ’ê û Asayîşê mezin bikin. Em baş dizanin ku tu hêzek ji derve nayê parastina me nake, eger mala me wêran be tu kes ava nake. Lazime em bi xwe mala xwe avabikin û demildest vegerin Şengalê. Ji ber ku siyaseta ji bo tinekirina ola me dewam dike. Bila gelê me bizanibe ger venegerin li ser axa xwe, wê zererên mezin bibînin.”
‘Divê gelê me vegere ser axa xwe’
Endamê desteya Serok eşîrên Şengalê Xidir Heyder Xwedêda jî li ser mijarê wiha axivî; “Em daxwaz ji gelê xwe dikin li axa xwe xwedî derekevin û dest ji îxanetê berdin, ev karê îxanetê ji Êzidiyan re karekî xirabe. Em dibînin eger gelê me ne li ser axa xwebe, di bindestiyê de jiyan dikin. Eger Êzidî vegerin li ser axa xwe û rêxstina xwe çêkin, wê demê ewê ji bindestiyê rizgar bibin. Ji bo em karibin li hev kom bibin û îradeyek bihêz derxin, lazime ciwanên me jî nebin hevkarên dijmin û ajantiyê ji tu kesekî re nekin. Dema Êzdî liser axa xwe vegeriyan, ewê ji hemû pilanên siyasî rizgar bibin.”
‘Bila civaka me rê nede zarokên wan bibin îxantekar’
Serokê eşîra Şerqiya Sebrî Şemo Heso jî derbarê siyaseta qirêj a li ser Şengalê tê meşandin de wiha got: “Em dibînin her kesekî ji bo gelê me pêşengî kir û di nava Êzdiyan de pêş ketin, her wiha kesên pêşengtî ji şerê li himberî DAIŞ’ê re kirine, ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û hekûmeta Iraqê jî liser van êrîşa bêdenge. Dewleta Tirk bi balefiran nikaribû encamê bigire niha jî şebekeyên îstixbaratî ava dike û li pey pêşengên me digere. Em bang li tevahiya civaka xwe dikin bila rê nedin zarokên wan karê sîxurtiyê bikin. Armanca dijmin ewe ku tiliya me bike çavê hev de, pêwîste Êzidî rê li ber vê yekê bigrin. Ev kesên şehîd ketine parastina axa Iraqê kirine û li ber axa Iraqê de bi sedan şervanên me şehîd ketine. Pêwîste Iraq jî bibe xwedî helwest. Eger em bibin yek dest, em ê cihê îxanetkaran jî di nava xwede nehêlin.”
‘PDK’ê destê xwe dike destê dewleta Tirk de’
Sebrî Şemo Heso siyaseta PDK’ê ya liser Êzdiyan jî bi bîrxist û got: “PDK’ê hîlet bi Êzidiyan nîne ew naxwaze gelê Êzidî bibe xwedî îrade. Ji bo yeketiya Êzidiyan çênebe çi ji destê PDK’ê tê dike. Destê xwe dike destê dewleta Tirk û bi hevre liser gelê me şebekeyên îstixbaratî çêdike.”
(kş)