Dîmenên dema leşkerên Iraqê gule diberdin penaberên Mexmûrê derketin holê

 

MEXMÛR/ROJNEWS

Xelkê wargeha penaberan ya Mexmûrê 8 rojin bê navber dijî hemû êriş û hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo dorpêçkirinê li ber xwe didin. Dîmenên dema leşkerên Iraqê raste rast gule diberdin xelkê wargehê ketin destê ajansa me.

Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Ji bo vê jî bi sedan leşker, tevî wesayîtên zirxî wesayîtên kar şandiye derdora wargehê.

Tevî hemû hevdîtinan û sozên rayedarên Iraqê dane jî, leşkerên Iraqê hewl didin derdora wargehê xendekan bikolin, têl bikin û kuleyan danin.

Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike. Xelkê Mexmûr 8 rojin di konên berxwedanê de li ber xwe didin û dibêjin ewê bi ti awayî nehêlin li ser daxwaza dewleta Tirk dora wan were têlkirin.

Dema leşkerên Iraqê di 20’ê Gulanê de hewl dan derdora wargehê têl bikin, şêniyên wargehê ji 7 salî heya 70’ê salî rabûn ser xwe û dijî vê sekinîn.

Lê leşkerên Iraqê raste rast gule berdan xelkê berxwedêr û di encamê de ciwanek birîndar bû. Dîmenên dema leşkerên Iraqê gule di berdin xelkê wargehê ketin destê me. Di wan dîmenan de jî diyar dibe ku leşker rast rast gule di berdin xelkê wargehê.

Di kêliya dawî de jî ciwanek bi guleyê birîndar dibe û dikeve erdê.

Tevî hemû delîlan jî Şaneya Ewlekariyê ya Iraqê ragihandibû ku hêzên wan êrişî xelkê penaber nekirine, lê di van dîmenan de hemû rastî derdikeve holê û bi awayek berçav tê dîtin ku leşker gule di berdin penaberan.

(kom/nr)

Welatiyek Mexmûrê di encama gulebarana hêzên Iraqê de birîndar bû

Daxuyaniya Iraqê ya tevî belge û birîndarbûnan: Êriş ne kirine û kes birîndar nebûye