NAVENDA NÛÇEYAN
– Biryare ji ber qetilkirina Xwanas Wirya (25) ku ji navçeya Çemçemal bû, li ber peykerê Leyla Qasim a li Kelarê xwepêşandan were lidarxistin. (18:00)
– Li navçeya Rizgarî ya ser bi bajarokê Kelarê, cotyar û baxçivanên Şiko wê xwepêşandan lidarbixin. (09:00)
– Li Silêmaniyê Navenda Arşîv, Lêkolîn û Pirtûkxaneya Jina Kurd tê vekirin, bi vê boneyê li hila Teware wê merasîmek were lidarxistin. (17:00)
– Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin.
– Greva birçîbûnê ya girtiyên Hewlêrê Mazlûm Dag û Ebdulrehman Er ya ku li dijî sepandinên cilên yekşêweyî, di roja xwe ya 38’an de berdewam e.
– Bi ser qetilkirina endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan re 15 roj derbaz dibe, lê heta niha Asayişa Silêmaniyê kes an jî kesên êrişkar binçav nekirine û têkildarî bûyerê jî heta niha tu peywendî û pirsan nedaye.
– Şehîd Zerdeşt Başûrî ku bûyî sembola hêvî û berxwedanê ji malbat û rêhevalên xwe yên têkoşînê re, di temenek ciwan de bindestî û heqîqeta gelê Kurd têdigije. Bi hêz û îradeya ku ji fikir û ramanên Rêber Ocalan wergirtî, ji Silêmaniyê heta Rojava û ji wir heta tûnelên Berxwedanê, bi xwîna xwe ax û netewa xwe parast.
– Rastî Rizgar jinek ciwan ya ji Germiyanê ye, tevlî pêşbirka zimanê Çînî bû û li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê pileya yekemîn bidest xist. Rastî niha dikare bi hêsanî bi zimanê Çînî baxive lewra ji aliyê Konsolxaneya Çîne ve ji bo ku geşta mehekê ew vexwendiye welatê xwe.
– Endamên meclîsên gel yên Şengalê destnîşan kirin ku dewleta Tirk ya dagirker 3 mehan carekî bi navê ‘cezayê dîsîplînê’ zext û tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir dike û gotin; ‘’Dewleta tirk ya dagirker êrişî Şengal, Rojava û Mexmûrê dike, ev hemû êriş ji ber fikrên Rêber Apo ku di nav hezar dîwaran de be jî fikir û perspektîfên wî me dibe serkeftinê.’’
– Pispora Hiqûqa Navnetewî Şadiye Bekir ku endama Komxebata Beyrûtê bû wiha got; “Li gorî nêrînên ku di Komxebata Beyrûtê de derketin pêş, fikir û tezên Rêber Ocalan yekane bîrdoziye ku dikare bibe rizgariya krîzên li Rojhilata Navîn ku niha têde derbaz dibe. Bi tevlîbûna komxebatê di aliyê naskirin û famkirinê de min fam kir ku ji aliyê beşdarvanan ve têgihiştinek bê hempa ya bîrdoziya Ocalan hebû û vê yekê gelek bandor li min kir.”
– Civaka Êzidî ya li Şengalê piştgiriyeke xurt dide biryara Rêveberiya Xweser ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê. Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar vê biryarê ji bo civaka Êzidî weke gaveke girîng nirxand û bibîrxist ku dewleta Iraqê û rêveberiya Hrêma Kurdistanê ji bo berpirsyariya wan dernekeve holê heya niha tu kesên sûcdar dadgeh nekirine.