SILÊMANÎ
Sendîkaya Tendirustiyê ya Silêmaniyê ji ber nedana muçe, li tevayî navendên tendirustiyê yên parêzgeha Silêmaniyê boykota giştî ragihand.
Di saetên nîvro de Sendîkaya Tendirustiyê ya Silêmaniyê li Nexweşxaneya Hîwa bi civînek çapemeniyê dawî li dema ku dabûn hikûmetê anî û boykota giştî li navendên tendirustiyê yên Silêmaniyê ragihand.
Serokê Sendîkaya Tendirustiya Silêmaniyê Hawjîn Osman di civîna çapemeniyê de axivî û diyarkir ji dervey beşa lezgîn, navendên beşa lezgîn ên nexweşxaneya Şar, nexweşxaneya zarokan û beşa lênêrîna giran, li tevayî navendên din ên tendirustiyê boykota giştî radigihînin.
Di dewamê de Hawjîn Osman got: “Me sê roj dem dabû hikûmetê, ji ber xemsarî û guh nedana daxwazên me, em gihiştin vê biryarê. Ev jî take şêwaze ji bo mafên xwe yên rewa bidest bixin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ev zêdetirî du mehane karmendên saziyên Herêma Kurdistanê muçeyên xwe wernegirtine. Hikûmetê ji bo dayîna muçe jî ti demek diyar nekiriye.
(kş)
Boykota dijî nedana mûçe ya ji aliyê Hikumeta Herêmê ve berfireh dibe