Yekîtiya Mamostayan piştgirî da boykota mamostayên nerazî

HELEBCE/ROJNEWS

Serokê Şaxa Helebce ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê kir da ku belavkirina mûçe bikin erkê xwe pêşîn. Herwiha piştgirî da boykota mamostayan.

Li gor sala nû ya xwendinê ya 2023-2024’an li Herêma Kurdistanê îro yekem roja sala nû ya xwendinê ye. Lê ji ber ku Hikumeta Herêma Kurdistanê mûçe belav nake, li gelek herêman mamostayan boykot ragihandine.

Serokê Şaxa Helebce ya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Faruq Xefur bi daxuyaniyek çapemeniyê helwesta xwe ya li hemberî destpêkirina sala nû ya xwendinê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro yekem zengila sala nû ya xwendinê hate lêdan, hemû kes ji bo destpêkirina sala nû ya xwendinê kêfxweş bû, lê mixabin pêvajoya perwerdeyê rastî pirsgirêkan hat.

Di dewama daxuyaniyê de tê gotin; “Bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikîn, di demek ji yadin zûtir de, pirsgirêk dawî bînin û divê belavkirina mûçe erkê sereke yê hikumetê be. Dewamkirina sala nû, girêdayî belavkirina mûçeye. Em piştigiriyê didin mamosta û karmendên di nava boykotê de. Herwiha divê hikumet mamostayên bi peyman tayîn bike.”

Li gor sala nû ya xwendinê ya 2023-2024’an li Herêma Kurdistanê îro (13’yê Îlonê) yekem roja sala nû ya xwendinê ye. Lê ji ber nedayîna mûçe, mamostayên nerazî li gelek herêman boykot ragihandine.