Wezîrê Parastinê yê Iraqê: Me hêzên opozîsyona Îranê di pênc kampan de sinordar kirine

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Iraqê têkildarî bêçek kirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku wan hêzên opozîsyona Îranê di pênc kampên nav Iraqê de sinordar kirine.

Wezîrê Parastinê yê Îranê Sabit Mihemed ji kanala El Erebiye re ragihand ku wan hêzên opozîsyona Îranê di pênc kampên nav Iraqê de sinordar kirine.

Sabit Mihemed  diyar kir ku îro roja dawî ya dema lihevkirina Iraq û Îranê ya bêçek kirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên opozîsyona Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê ye û wiha got; “Me hêzên opozîsyona Îranê li 5 kampan li Iraqê sînordar kirine, hêzên Iraqî li ser sînorê Iraq û Îranê hatine bicihkirin û em rê nadin ku serweriya Iraqê were binpêkirin.”

Herwiha wezîrê Iraqî got Destûra Bingehî ya Iraqê rê nade hebûna tu hêzeke çekdar di nav sînorên wê de û got; “Em rê nadin ku serweriya Iraqê were binpêkirin. Ev yek xeta sore, nabe xaka Iraqê ji bo cîranên me wek metirsî were bikaranîn.”

Wezîrê Parastinê yê Iraqê di dawiyê de wiha got; “Emê pirsgirêkên xwe yên bi Îran û Tirkiyê re bi rêya dîplomasiyê çareser bikin. Herwiha tu baregehên leşkerî yên Amerîkayê li nav xaka Iraqe nînin.”

(wd)