Roja ji bo tarîkirina pêşeroja gelê Kurd hatî hilbijartin: 9’ê Cotmehê
BARAN GERMIYAN
Di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Ocalan hate pêkanîn. Di heman rojê sala 2019’an de êrişa yekem a dewleta Tirk a dagirker ya li ser Serêkanî û Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Di sala 2020’an de di heman rojê de ango 9’ê Cotmehê de, li ser daxwaza dewleta Tirk peymanek navbera Barzanî û Kazimî de li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û xelkê Êzidî hate îmzakirin.
Îro 9’ê Cotmehê ango roja ji bo tarîkirina pêşeroja gelê Kurd û guhertina doza wî hatî hilbijartin, roja destpêkirina Koploya Navneteweyî ya di sala 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîne.
Di heman roja destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan de, di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de dewleta Tirk a dagirker bi piştgiriya Rusya, Emerîka û 58 welatên nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê, êrişa dagirkeriyê li ser herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên Rojavayê Kurdistanê destpê kir.
Di encama êrişên dagirkeriyê, wêrankirina bajar û gundan û bikaranîna çekên qedexekirî yên fosfor ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi dehan kes şehîd bûn, bi dehan kes hatin revandin û zêdetirî 300 hezar welatî ji her du bajaran neçarman koçber bibin. Demografiya herêmê jî bi temamî hate guherandin.
Bêdengiya Emerîka û welatên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞ’ê, carek din Komploya Navneteweyî û helwesta wan a neguher ya li dijî qirkirin û tunekirina gelê Kurd û gelên din ên herêmê îspat kir.
Çarçoveya tarîkirina pêşeroja gelê Kurd de, di heman roja ku Komploya Navneteweyî li dijî Rêberê Gelê Kurd hatî pêkanîn ango di 9’ê Cotmehê lê di sala 2020’an de, Barzanî û Mistefa Kazimî de li dijî xelkê Êzidî û Rêveberiya Şengalê peymanek hate îmzakirin. Ev yek jî dibin zext û çavdêriya Erdogan de hate pêkanîn. Li gorî peymanê wê carek din çarenûsa Êzidiyan û Şengalê bikeve destê kes û aliyên ku Şengalê radestî çeteyên DAIŞ’ê kiribûn.
Armanca Peymana Barzanî û Kazimî ji bo rakirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, hêzên YBŞ, YJŞ û asayîşa Êzidxanê bû ku bingehê xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Ocalan avakiribûn. Tevî ku bi dehan caran hewla pêkanîn vê Peymanê hatibe dayîn jî, lê rastî îrade, têkoşîn û berxwedana bi hêz a xelkê Êzidî hatine û nekarîne vê yekê bi cih bînin.
Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan ne tenê ji bo dîlgirtinê bû, armanc di kesayeta Rêber Ocalan de tunekirin û qirkirina gelê Kurd bû. Lê li beramberî Komploya Navneteweyî Rêberê Gelê Kurd li Girtîgeha Îmraliyê berxwedana xwe gihand gelê Kurd û radestî hêzên komploger nebû. Bi hevgirtina berxwedan îradeya Rêber Ocalan, xwedîderketina gel a li Rêberê xwe û têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê Komplo bi qismî hate vale derxistin.
(fk)