Rojnews’ê xwe gihand nasnameya êrişkarê endamê MÎT’ê

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Agahiyên nasnameya êrişkarê îro êrişê welatiyek yê Başûrê Kurdistanê kir û di encama bersivdana welatiyê Kurd de hate kuştin gihiştin destê ajansa me Rojnews’ê.

Hate ragihandin ku îro di saetên êvarê de li bajarokê Sengeser yê girêdayî navçeya Pişder ya ser bi Îdareya Raperîn ya girêdayî Parêzgeha Silêmaniyê kesekê ku hemwelatiyê Tirkiyeyê ye, li ser motorsîkletê û bi çekê êrişî welatiyê Kurd yê Başûrê Kurdistanê kir. Hate zanîn ku welatiyên ji Başûrê Kurdistanê bersiva êrişkar da û di encamê de êrişkar hate kuştin û hevkarê wî yê pêre di kêliya bûyerê de reviya ye. Welatiyê Kurd jî bi giranî birîndar bû û rakirine Nexweşxaneya Şar ya Silêmaniyê.

Herwiha li gorî agahiyên bi dest ketine kesê hatiye kuştin endamê MÎT’a Tirke û hevkarekê wî jî di kêliya êrişê de pêre bû, lê di dema bersivdana welatiyê Kurd de reviya û heta niha jî nehatiye girtin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet bi dest Rojnews’ê ketine, endamê MÎT’ê yê ku êrişê welatiyê Kurd yê ji Başûrê Kurdistanê kir kesê binavê Sînan Demiryurek ji bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê ye. Êrişkarê endamê MÎT’ê Sinan Demiryurek ji sala 2019’ê ve li Başûrê Kurdistanê ye û li bajarê Silêmaniyê dijî.

Nûçegihanê ajansa me têkildarî bûyerê peywendî bi Rêveberiya Polîs û Rêveberiya Asayişa deverê re danî û lê wan diyar kirin ku haya wan ji bûyerê tuneye û heta niha tu daxuyaniyên fermî di derbarê bûyerê de nedane.

Welatparêzê Kurd yê binavê I.E. ku di encama bûyerê de bi du guleyan bi giranî birîndar bû, rakirine Nexweşxaneya Şar ya bajarê Silêmaniyê.