Di êrişa li ser Mexmûrê de jinek birîndar bû

MEXMÛR/ROJNEWS

Balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker wargeha Mexmûrê malek xelkê wargehê bombebarankir. Di encama êrişê de jinek derdora 50 salî birîndar bûye.

Di saet 09:25’an de balafirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker malek wargeha penaberan a Mexmûrê bombebaran kir.  Li gorî agahiyan di encama êrişê de jinek bi navê Eyşê Mihemed Ehmed (50) birîndar bûye.

Xelkê wargehê li ber derê nexweşxaneyê rawestiyaye. Di van kêliyan de şandeyek lêkolînê ya rayedarên Iraqê li cihê bûyerê ne.

Di 7’ê Cotmehê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bê mirov û bi çek mizgefta Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bombebaran kiribû. Di encama êrişê de jinek û du zarok birîndar bûn. Her wiha xaniyên derdorê ziyanek mezin dîtin.

(kom)

Li dijî Mexmûrê êrişa hewayî