Planên nû yên li ser Şengalê û mikûrhatinên Rêber Ehmed!

MERYEM ELÎ/MÛSIL

Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmedê PDK’yî, di Foruma Meri de hem hinek zanyariyên nû yên derbarê planên xwe yên dijî Şengalê de parvekir, hem jî li dijî biryara Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ya ji bo valakirina kampên Herêma Kurdistanê bi taybet vegerandina koçberên Êzidî, derket.

Di Forûma Enstûtiya Lêkolînên Rojhilata Navîn (MERİ) ya bi sponsoriya PDK’ê têkirin de û salane li Hewlêrê pêktê, siyaseta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya naxweyî, herêmî û cîhanî tê gotûbêjkirin de gelek mijar tên destgirtin. Di van forûman de li gel nîqaşkirina nakokiyên navbera hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de, herî zêde dijbertiya Tevgera Azadiya Kurdistanê hewl tê dayîn derbixin pêş. Bi taybet rayedarên PDK’ê hewl didin hêzên siyasî yên din yên Başûrê Kurdistanê jî di van foruman de tevlî siyaseta dijî Kurd bike, zexteke siyasî li ser wan jî çêbike.

Di foruma MERI ya du di navbera 10-11’ê Cotmehê de hate lidarxistin de, li gel siyaseta hêzên cîhanî, herêmî ya li Iraqê, peywendiyên Bexda-Hewlêrê, pirsgirêkên li Başûr, planên dijî Şengalê jî di rûniştineke taybet de hate destgirtin.

Panelîstên vê beşê mîmarê peymana 9’ê Cotmehê Rêber Ehmed, Şêwirmendê ‘Asayîşa Nîştîmanî ya Iraqê’ Qasim El Erecî û Alîkarê Serokê UNAMI Claudio Cordone mêhvanên taybet yên taybet rûniştina bi sernavê, ‘Peymana Şengalê, pêşketin û astengî’ bûn.

Rêber Ehmed

Çima li Herêma Kurdistanê, herî zêde Rêber Ehmed li ser dosyaya Şengalê diaxive? Weke tê zanîn Rêber Ehmed berê bibe Wezîrê Karê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê li nava dezgeha îstîxbaratê ya PDK’ê ‘Parastin’ de alîkarê Mesrûr Barzanî bû. Jixwe Mesrûr beriya bibe serokwezîrê berpirsê Parastinê bû. Bi taybet dosyaya Êzidiyan û Şengalê ji bo Rêber Ehmed hatiye dayîn û di nava îstîxbaratê de ji masaya Şengalê berpirsyare. Ji xwe weke mîmarê peymana 9’ê Cotmehê jî tê zanîn û pêkhatin anjî ne pêkhatina peymanê rasterast bandorê li desthilata wî dike.

Di rûniştina taybet ya li ser Şengalê de çi hate nîqaşkirin?

Rêber Ehmed di destpêka axaftina xwe de xwede behsa bazara navbera Iraq, Tirkiye, PDK û NY’yê ya li ser civaka Êzidî dike û eşkere dike ku ji bo siyasetkirina li ser civaka Êzidî gelek soz ji bo PDK’ê hatiye dayîn û gazinda bicîh ne anîna hemû sozan li Iraqê dike! Lê nabêje, li pişt perdeyê de li ser hesabê Êzidiyan çi soz ji bo PDK’ê û Barzaniyan hatiye dayîn. Lê ya tê dîtin, li pişt perdeyê gelek hesab li ser Êzidiyan û Şengalê navbera van hêzan de hatiye kirin, lê helwesta Rêveberî û gelê Şengalê li pêşiya pîlanên wan asteng e.

Ji ber Iraq nekariye peymana 9’ê Cotmehê bicîh bîne, Ehmed rexne li rayedarên Iraqê û Qasim Erecî dike û dibêje, ‘radeya we ya pêkanîna yasayan nîne!’. Yanî gazinda wê dike, çima peymana ku hedef dike, Rêveberiya Xweser a Şengalê ku cara yekemîne di dîrokê de Êzidî bixwe xwe rêve dibin, ji holê ranake, êrişê Şengalê nake û hêzên parastina Êzidiyan bi temamî ji holê ranake. PDK ya ku herî zêde bi navê Êzidiyan hewl dide biaxive û weke ‘qenciya wan dixwaze’ xwe dide nîşan, nerazîbûn nişana Iraqê dide, çima tevî nerazîbûnên civaka Êzidî divê wê peymana weke ‘Fermaneke Spî’ tê binavkirin, bi darê zorê ferz nake, çavê xwe ji bixwe xwe rêvebirina êzidiyan re digire û destûrê dide, ciwanên êzidî herêma xwe biparêzin!

Ehmed di beşeke din axaftina xwede jî îtîraf dike ku, di bicîh anîna vê peymanê de serkeftî nebûne û dibêje, niha şeklekî tevlîhev girtiye. Gotineke civakî ya kurdî heye, ‘dibêjin hesabê malê û bazarê li hev nekir’. Diyare sozên ji bo PDK’ê hatine dayîn û projeyên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Şengalê çavê Rêber Ehmed reşkiriye, hîn bi çavê beriya fermana 2014’an li civaka Êzidî dinêre, wisa dizane dilê wî wan dixwaze dikarin wisa bikin! Lê ji bîr kir, di encama li hevkirina wan ya bi DAIŞ û dewleta Tirk re bi hezaran Êzidî li Şengalê bi komî hatin çalkirin, jin û zarokên Êzidî dîl ketin destê çeteyan, rastî dest dirêjiyan hatin, her cûre hovîtî li wan hate kirin. Yanî bûn sedem ku civaka Êzidî rûberûyê qirkirina herî mezin a van sedsalên dawiyê were. Raste beşeke kêm a Êzidiyan ku dewlemendin, li ser vê nasnameyê tasarûfê dikin, xwe didin jiyankirin, ti peywendiyeke wan bi axê û Şengalê re nîne, li gel PDK’ê ne. Bihevre li ser hesabê Êzidiyên welatparêz, hejar û girêdayî ax û baweriya xwene, xwe didin jiyankirin, xwe li ser vêya xwedî dikin û pariyê nanê xwe li ser vê nasnameyê qezenc dikin! Lê weke mam Kak yê Serdeşta Şengalê jî dibêje,‘Êzidiyên welatparêz û rasteqîne qet dest ji çiyayên xwe bernedan’, di oxira parastina wê de xwe fedakirin. Eger careke din vegerim ser mijara xwe ya esasî, kesek ji masaya Şengalê berpirsyare divê, dema peymanek çêdikin, van guhertin û veguhertinên ku di warê zêhniyet, civakî, rêveberî û parastinê de çêbûye, xwe di her qadekî rêxistin kiriye jî bixista hesabê, ji bo paşê di her fersendekî de, ‘Bole bolê’ neke.

Rêber Ehmed û rayedarên Iraqê jî heya niha bi dehan caran, li xwe mikûr hatine ku di pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê de serkeftî nebûne. Ji 2020’an ve heya niha gelek nexşe rê ji bo pêkanîna wê derxistin, gelek hewldan kirin lê di her carekî de rastî nerazîbûn û berxwedana civaka Êzidî û pêkhateya Ereb a li Şengalê hat. Ji ber rast ne xwendina realîteya nû ya li Şengalê çêbûye û îtîrafkirina binkeftina xwe, weke her carê careke din serî li argûmanên ji ber kirî û ti qîmeteke xwe nîne da. Lê di rastiyê de vekişîna PKK’ê weke fizîkî ne veşartî pêş çavê herkesê çêbû û heta serokwezîrê wê demê yê Iraqê ji ber têkoşîna gerîla ya li dijî DAIŞ’ê spasiya wan kir. Tevî ev rastî tê zanîn jî, Rêber Ehmedê PDK’yî ji bo vê plana xwe li ser Êzidiyan pêkbîne ku çarenûsa desthilata xwe ya şexsî jî bi pêkanînê ve girêdaye, di her fersendekî de argûmaneke tekrar a bêzarker dixe rojevê, ji bo ser têkoşîna mafdar ya civaka Êzidî bigire û rewatî bi komkujiyên dewleta Tirk ya bi piştgiriya wan ya li Şengalê bide.

Rêber Ehmed ji bo civaka Êzidî bêparastin bihêle, timî hêzên parastina Êzidiyan YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê hedef nîşan dide û şervanên Êzidî weke, ‘Çekdarên Biyanî’ bin nav dike û ji îstîxbarata Iraqê daxwaz dike, hêza parastina Êzidiyan tasfiye bike! PDK bi DAIŞ’ê û aqilmend û sponsorê DAIŞ’ê dewleta Tirk re lihev kir û Êzidiyan rûberûyê qirkirineke mezin hişt nebes bû, niha careke din wan bê mertal û parastin bêhêle careke din şervanên Êzidî yên parastina perestgehên xwe, malbat û civaka xwe dikin, hedef nîşan dide. Jixwe di encama êrişa dewleta Tirk û PDK’ê de meha îlonê êrişê sê fermandarên YBŞ’ê kirin û di encamê de Dîndar Avesta, Çiya Feqîr, Pîran Pîr şehîd bûn. Niha jî Rêber Ehmed di heman rûniştinê de banga tasfiyekirina şervan û pêşengên Êzidî li Iraq û Tirkiyeyê dike û dibêje; ‘Eger PKK û komên çekdar yên ne qanûnî ji çiyayê Şengalê neyên paqijkirin, wê Iraq, Herêma Kurdistanê û Iraq ji berdêla vêya bide.’

Rêber Ehmed di rûniştinê de tevî ku di lêpirsîna şewata salona Hemdaniyê de hîn ti encameke sûbjektîf ne hate ragihandin jî, îşaret bi xalekî kir û got, ‘Bûyerên weke Hemdaniyê dibe sedema pêkhateyên weke Xirîstiyanan li Iraqê nejîn û koç bikin. Heman metirsî ji bo êzidiyan jî heye’. Li gorî Rêber Ehmed îşaret bi xaleke wisa sergirtî dike, diyare agahdare ji planên dijî bawerî û pêkhateyên li Mûsilê û dibe bixwe şîrîkê wan jî be!

Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê saleke rexneyên tund û vekirî li desthilata Herêma Kurdistanê yanî di rastî de li PDK’ê dike û dibêje, PDK rê nade koçber vegerin ser cihê xwe û banga vegerê li koçberên Êzidî û pêkhateyên din yên Mûsilê dike. Lê di vê rûniştinê de Rêber Ehmed eşkere dijî vê biryarê derket û bi gotineke ne rast rast, li dijî valakirina kampan û vegerandina koçberan derket. Jixwe koçberên di van demên dawiyê de vegeriyane Şengalê dibêjin, ji bo venegerin ser cihê xwe hem pere ji wan tê daxwazkirin û hem jî bi bîroksiyeke bêzarker wan neçar dikin, ji kampan dernekevin! Di salvegera fermanê de pêleke vegera koçberan li Şengalê çêbû, koçberên vegeriyan ji aliyê meclîsên gel û şaredariyên Şengalê ve hatin pêşwazîkirin. Hinek rêxistinên sivîl yên li herêmê jî bi şêwazên cûda ji bo bicîhbûnê derfet pêşkêşkirin. Gelek koçberên vegeriyan, dibêjin PDK çavê koçberan ditirsîne ji bo venegerin Şengalê û gelek astengî çêdike. Lê piştî tên Şengalê dibinin, rewş weke têgotin nîne, tevlî meclisên gel dibin û tevlî pêvajoya ji nûve avabûnê dibin. Dema ev pîlana PDK di vê mijarê de jî têkçû û hilbijartinên parêzgehan nêz bû, bi Iraqê re li hevkirin koçberên di kampan de li cihê xwe deng bidin. Piştî vêya careke din pêşî li vegera koçberan girt. Kurt û cewherî axaftina Rêber Ehmed belgeyeke eşkereye ku pêşî li koçberan digire û daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê jî piştrast dike.

Di rewşa heyî de weke Rêber Ehmed dibêje, PDK 300 hezar Êzidî weke dîl di wan kampan de di deste xwede digire, ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê dijî Iraqê bikartîne û dixwaze di hilbijartinên herêmî de jî sûd jê bigire.

Ji vê rûniştinê jî wisa tê fêmkirin ku PDK ji bo ferzkirina peymana 9’ê Cotmehê careke din zext li Iraqê dike û ji bo xala çaremin ya peymanê ku ‘avakirina komîteyeke hevpar’ li pêş dibîne, wê aktîv bikin. Girêdayî êrişên li ser Rojava û Mexmûrê jî, di demeke nêzîk de dibe hinek hewdanên nû dijî Şengalê pêş bikevin. Jixwe ji niha ve navbera gundên Ereb û Êzidiyan dest bi têlkirinê kirine, dîwarê navbera Şengal û Rojava de tê lêkirin, hewldane dorpêçkirina herêmê tê dîtin. Rêber Ehmed ji serî heya dawî gef li Êzidiyan xwar û got, eger peymana wan pêk neye wê Şengal ne aram bibe. Kî ne aram dike, dewleta Tirk dike. Dewleta Tirk dostê kî ye, herkes dizane dostê PDK’ê û Barzaniyane. Bi vê gotinê, dibêje eger pîlanên me pêk neyên, emê bihevre herêmê aloz bikin, komkujiyên xwe yên hevpar dewam bike û nahêlin Şengal ji nûve ava bibe, bixwe derbarê xwede biryarê bide û parastina xwe bike. Lê Şengal tevî van hemû hewldanan û êrişan jî, li her dere din ava ji nûve avakirinê de ye. Li her derê şengalê ji derveyî avakirina meclis û şaredariyên gel, qadê nû yên jiyanê, perestgehan û qadên aboriyê, bi hezaran malên nû li Şengalê tê çêkirin.

Peyama herî baş a Êzidiyan di vê cejna Cemaiyan de dan PDK’ê û dewleta Tirk. Bi hezaran Êzidî nêzî du mehe qûbên xwe nû dikin, cejna xwe li Şengalê din ava aramiyeke mezin de pîroz kirin û dikin. Ji ber vê dibe ku êrişên wan zirerê bidin, lê êdî civaka Êzidî xwe bi fikra Rêber Apo rêxistin kirine, ne mûmkîne dest ji vê azadiya ku bidest xistine berdin. Gelek carek tama azadiyê bike, di dawiya wê de mirin hebe jî dest jê bernade. Divê PDK vê realîteya ku derketiye holê rast bixwîne.