Kemal Hemereza: Ji ber ku Silêman di Rojnewsê de kar dikir, hat revandin!

BARAN GERMIYANÎ/ROJNEWS

Xwediyê Kompanyaya Çetir Kemal Hemereza derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de got; “Silêman Ehmed ji bo karkirinê berê xwe da bû Başûrê Kurdistanê, 5 salin bi awayek fermî û yasayî di ajansa Rojnewsê de kar dike. Sedema revandina Silêman jî ev bû, em serî natewînin û dev ji ragihandina rastiyan bernadin.”

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 11 rojin agahî jê nayê girtin.

Derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed, Silêman çawa di Rojnewsê de dest bi karkir û sedema revandina Silêman Ehmed de, xwediyê kompanyaya Çetir (Ji tevahî mafên hiqûqî û malî yên RojNewsê Kompanyaya Çetir berpirsyare) Kemal Hesen Hemereza bersiva pirsên Rojnewsê da.

Hevpeyvîna bi Kemal Hesen Hemereza re wiha ye:

-Rojnamevan Silêman Ehmed çawa hat Başûrê Kurdistanê û kengê di Rojnewsê de dest bi kar kir?

Silêman Ehmed xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, piştî Efrîn hat dagirkirin, derbasî Helebê dibe. Piştre ji bo karkirina di pîşeyê xwe de, berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Ji bo kar destpêkê agahiyên xwe (form) pêşkêşî me kir û heya mehekê di pêvajoya ceribandinê re derbas bû. Di dema ceribandinê de karê xwe bi awayek serkeftî pêk dianî. Ciwanek zîrek û kêfxweş bû. Di demek kurt de tevlî navenda me bû û bi mere dest bi kar kir. 5 salin û heya hatî revandin li gel me bi awayek fermî kar dikir.

Gelo ti pirsgirêkek Silêman Ehmed ya di warê yasayî de hebû?

PDK daxwazên MÎT’ê bicih tîne!

Her kesek ku ne hemwelatiyê Herêma Kurdistan, yan jî Iraqê be, dema di ajansa me de kar bike, ez bi xwe hewl didim ji bo wî/wê destûra rûniştinê werbigirim. Silêman xwediyê îqameya (destûrname) Herêma Kurdistan û Iraqê bû, ji bo wê jî rê hat dayîn ku karê xwe bike. Bi awayek fermî çû û dihat. Ti pirsgirêkek ya Silêman ya yasayî nebû. Sedema revandina Silêman tenê ji ber ku di ajansa Rojnewsê de kar dikire.

PDK û Barzanî Silêman Ehmed bi neheqî girtine, her kesê di ajansa Rojnews û Kompanyaya Çetirê de kar dike, bi endambûna Tevgera PKK’ê tohbetbar dikin. PDK daxwazên Erdogan û MÎT’ê bicih tîne.

Ji bo çi Rojnews weke çapemeniya azad tê hedefgirtin û zext li ser hene?

Rojnews ji bo xwe weke metirsiyek mezin dibînin

Em weke Rojnews xalên ku li dijî berjewendiyên Gelê Kurdistanêne, eşkere dikîn. Di hemû rewşan de Rojnews kariye xwe bigihîne hemû rastiyan, perdeya li ser ax firotin û peywendiyên PDK’ê yên bi MÎT a Tirk re rakir û rastiyan ji bo xelkê xist ber çavan. Rojnews ji bo xwe weke astengiyek mezin dibînin, ji bo vê zextê li me dikin û hewl didin me bê bandor bikin.

Niha rewşa Başûrê Kurdistanê di warê azadiya rojnamevanî û azadiya fikir û raman de di çi astê deye?

Desthilatê li ser bingehê bêdengikirinê xwe ispat kiriye, rojane dengên me yên azad tên revandin, terorkirin û şehîdkirin. Girtîgehên Parastin û MÎT’ê ji dengên azad tejî bûne. Rewşek wiha avakirine çi kesek li Herêma Behdînan û herêmên bin destê PDK’ê de dengê xwe derbixe, bêdeng û teror dikin.

Helwesta we çiye, gelo hunê radestî zext û gefên PDK’ê bibin?

Heya xwîn di laşê me de hebe û hebûna nîştimanî û netewî ya Kurdistanê ji xwe re esas bigirîn, em dev ji ragihandina rastiyan û eşkerekirina rûyê rast yê partiya Barzanî ku xwe bi MÎT’a Tirkiyeyê ve girêdaye, bernadin.

Em kîne?

“Ev rastiyek e ku her roj amûrên ragihandinê zêde dibin û pêş dikevin. Bêguman bi qasî avantajên wê, dezavantajên wê jî hene. Beriya her tiştî mirov weke duh îro jî pêdivî bi agahiyên rast dibîne. Bi awayekî mafdar mirov dixwaze li cîhana têde dijî tiştên ku rû didin weke ya heyî fêr bibe û şîrove bike.

Vaye RojNews; bi armanca ku vê pêdiviya sereke ya mirovan bicîh bîne, hatiye avakirin. Bêyî ku cudatiya ol, ziman, reng û zayendê bike; bi xeteke weşanê ya li ser esasê rêgezên wekhevî û demokrasiyê Ajansa me di 1’ê Cotmeha sala 2014’an de bi dirûşmeya “Ronîkirina rastiyan erka me ye” dest bi weşanê kir.

Di vê çarçoveyê de RojNews sekna li hemberî her cure dezenformasyon û manîpulusyonan wekî erkek exlaqî dibîne û bi vê ferasetê bûyer û diyardeyan bi raya giştî re parve dike.”