Şiwan Dawidî: Ji ber nebûna yekrêziyê wê Kurd li Kerkûkê nîva dengan jî bidest nexin

BIRWA ESHED-KERKÛK

Çavdêrê Siyasî Şiwan Dawidî di derbarê siyaseta PDK’ê û parçebûna dengên Kurdan a li Kerkûkê de got: “Divê hilbijartina dema pêş de wê Kurd nîva dengan jî bidest nexin. Ev jî wê bibe şikestina yekem piştî sala 2003’yan.” Dawidî diyarkir li Kerkûkê hin hizbên Kurdî hene ku dewleta Tirk ji Eniya Tirkmenan zêdetir bawerî bi wan tînin.

Aliyên Kurdî yên Kerkûkê ji bo bi yek lîsta hevbeş tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin, gelek civîn pêkanîn û welatiyên Kurd ên Kerkûkê xwesteka wan a ji bo yeklîsta partiyên Kurdî hebû. Lê PDK li dijî vê xwesteka aliyên Kurd û xelkê Kerkûkê derket, PDK li şûna bi partiyên Kurd re hevpeymanî çêke, bi Eniya Tirkmen a girêdayî dewleta Tirk û Erebên Sune re hevpeymanî avakir.

Tê payîn hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê di 18’ê Kanuna 2023’yan de pêkwerin. Kurd jî bi gelek lîsteyan tevlî hilbijartinê dibin. Di derbarê vê mijarê de Çavdêrê Siyasî Şiwan Dawidî di hevpeyvînek taybet de bersiva pirsên me da.

Wê Kurd bikarin di vê hilbijartinê de li Kerkûkê piraniya dengan bidest bixin?

Piştî ku yasaya hilbijartinê hat sererastkirin, xelk bi giştî û Kurd bi taybetî hest bi metirsiyê kirin. Parçebûn ne di berjewendiya ti aliyek de ye. Divê hilbijartinê de deng wê di berjewendiya lîsteyên mezin de be. Partî û lîsteyên biçuk ger dengên pêwîst neyînin wê dengên ji wan re herin betal bibin. Mixabin wê Kurd di vê hilbijartinê de nikaribin li Kerkûkê nîva dengên bajêr jî bidest bixin. Ev jî wê bibe şikestina yekem ji piştî sala 2003’yan ve. Wê Kurd nikaribin piraniya kursiyên encûmena parêzgehê jî bidest bixin. Ji berku guhertin di hevrikiyên herêmî û navdewletî de çêbûye. Kurdan jî piraniya kartên xwe ji dest dane.

Kurd ji postên giring û hestiyar hatine dûr xistin û nînin. Tenê dengderên Kurd mane. Dengdêr jî ji ber lîsteyên cûda parçe bûne. Heta nekarîne namzetên baş jî diyar bikin. Ji ber van sedeman sergêjiyek heye û Kurdên Kerkûkê ji ber pir lîsteyî û pir namzetiyê bi fikarin. Di rewşek wiha de wê ti tiştek di berjewendiya Kurdan de nebe. Kurd bi xwe jî ne di berjewendiya xwe de ne.

Çima Kurdan li Kerkûkê nekarîne bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên encûmena parêzgehan bibin?

Di sala 2003’yan de dema ku yekrêziya Kurdan hebû, karîn destkeftên mezin ji bo gelê Kurd bidest bixin. Niha cîhan û herêm, Iraq û Herêma Kurdistan jî di nav de ber bi guhertinên mezin ve diçe. Mixabin Kurd ji van guhertinan re ne amadene. Ev jî wê bibe sedem li şûna qezencek mezin bidestxin, wê ziyanek mezin bibînin. Mixabin hêzên Kurdan bi ser hêz û cemserên navdewletî û herêmî de dabeş bûne. Kurd di nava cemseran de qertên lewazin. Hêzên cemserî wan bikartînin, ne ew hêzên cemserî ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Li ser hesabê destkeftên neteweyî destkeftên hizbî bi wan tên dayîn.

Piştî hilbijartina encûmenên parêzgehan, nûnerên Kurd wê bikarin parêzgarek Kurd ji bo Kerkûkê hilbijêrin?

Me dît, beriya hilweşandina encûmena parêzgeha Kerkûkê, piraniya endamên encûmenê Kurd bûn. Lê PDK razî nebû lihevkirin li ser parêzgarek (walî) bike. Daxwaz kir ku parêzgar PDK’yî be, qebûl nekirin kesek cûda bibe parêzgar. Li gorî min ger Kurd di vê hilbijartinê de 10 kursiyên encûmena parêzgeha Kerkûkê jî bi dest bixin, lê ger ne bi yekgirtî herin encûmenê wê carek din kursiyên wan dabeş bibin. Ji ber vê yekê rola hêzên derve di wê yekê de jî heye. Qerta herî mezin a Kurdan yekrêziye û wê jî ji dest dane. Heta pirsgirêk li nav Herêma Kurdistanê çareser nebin, li Kerkûkê jî pirsgirêk çareser nabin. Li gor vê rewşa niha heyî, wê Kurd nikaribin parêzgarek Kurd ji bo bajêr diyar bikin. Piraniya dengên Kurdan ne tenê diçin ji partiyek re. Beşek yê dengan diçe ji PDK’ê re, lê PDK xwe daye eniyek cûda.

Çi projeyek Kurdan ji bo Kerkûkê heye?

Di 20 salên borî de berpirsên Ereb û Tirkmen û xelkê din yê asayî li nava Kerkûkê de jiyan kirine. Heta welatiyên Ereb yên ku ji ber madeya 140 vegerabûn cihên xwe yên li başûrê Iraqê, di çend salên borî de carek din hatine Kerkûkê. Lê Kurdên Kerkûkê dema diçin derve, naxwazin dubare vegerin.

Desthilatê bawerî û hêviya gel a bi xakê nehiştiye. Di 14 salên ku hikûmraniya Kerkûkê di dest Kurdan de bû, Ereban rê nedan Kurd bi aramî bijîn. Bi rêya teror û teqînan dijayetiya Kurdên vî bajarî kirin. Lê Kurdan di nava şeş salên hikûmraniya Ereban de ti pêngavek bi wî rengî neavêtine. Kurd ji mijarên netewî û xakê hatine ser mijara aborî û neftê. Di mijara neftê de em binkeftin û me ji bo mijara budceyê gav bi şûnde avêt. Em di wê mijarê de jî bi serneketin û hatin ser mijara muçe. Em di mijara muçe de jî biserneketin hatin ser mijara deynan. Yanî ji mijara xak û netewî hatin ser mijara deynan.

Divê Kurdan li Kerkûkê çikiriban, lê nekirin?

Kurdan dikarîn piştî bûyerên 16’ê Cotmehê bi rengekî piştgiriyê li rêvebirina Kerkûkê bikiran û hinek destkeftên wan hebûyan. Niha Kurd li bajêr ne desthilata wan heye, ne jî muxalefete. Pirsgirêka mezin ewe ku projeyek Kurdan li bajêr nine. Pirsgirêk ne ya kesaye, li cem Kurdan asayiye Erebek şoven parêzgarê Kerkûkê be. Sinorê Ereban ji Hewîce destpê dike ta digihe Morîtanyayê. Lê razî nabin parêzgarê Kerkûkê Tirkmen be. Ji berku Kurdan nekarîne parêzgarek Kurd ji bo bajêr diyar kin.

Çareseriya pirsa Kurd li Kerkûkê çiye?

Tiştên ku Kurdan di sala 1991’an de bi dest xistin, niha hemû ji dest dane û nikarin carek din wan destkeftan bidest bixin. Eger di sala 1991’an de me Kerkûk kiriba herêmek serbixwe, di rastî de wê bibûya herêmek Kurdî. Lê ger niha Kerkûk bibe herêmek serbixwe jî, êdî nabe herêmek Kurdî. Cûdahiya wê ewe ku Kurdan hemû qertên xwe yên bihêz ên ku berê hebûn ji dest dan. Hemû netew şerê hebûna xwe ya li Kerkûkê dikin. Her yek ji wan jî piştgirên wan ên cûda hene.

Ne tenê Eniya Tirkmen li Kerkûkê piştgiriya dewleta Tirk dike, hizên Kurdî jî hene piştgiriya dewleta Tirk dikin. Erebên Sune jî piştgiriyê ji dewleta Tirk û welatên Kendavê digrin. Her wiha ji Kurdan, Ereban û Tirkmenan jî yên ku dijbertiya dewleta Tirk dikin hene. Partiyên Tirkmenan jî di nava xwe de ne yekin. Hizbên Kurdî hene ji Eniya Tirkmenan zêdetir cihê baweriyê ne ji dewleta Tirk re.

Destwerdana dewleta Tirk a li Kerkûkê di çi astê de ye?

Kerkûk ji bo Kurdan qelayek stratejîk û giringe. Sinorê Kurdistanê yê bi Erebistanê re ye. Her wiha Kerkûk bajarek dewlemende. Wê bibe yek ji sedemên bihêzbûna Kurdan. Coxrafiya Kerkûkê giringiya xwe ji bo hemû parçeyên din ên Kurdistanê jî heye. Tirkiye proje û eniyek ku ne ragihandiye li herêmê de heye û kar li ser dike. Destpêkê ew enî ji bo Iraqê bû. PDK, beşek ji Erebên Sune û Sedirî bûn. Kar ji bo pêkanîna hikûmeta Iraqê dikirin. Bi vekişîna Sedir nekarîn biserkevin. Lê li Kerkûkê piştgiriya wê eniyê bi awayek cûdatir tê meşandin.

Dînemoya projeya Tirkiye li Iraqê Xemîs Xencere û di nava pêkhateyan de kar li ser dike. Nîşaneyên wê eniyê diyarin. Piştî hilbijartinan wê ew projeya xwe bixin meriyetê. Lê eniya li beramber jî projeyek zelal nine. Ji berku Kurd di nav aloziyan de ne. Nikare li Kerkûkê bi tenê kar bike. parçebûn û ji hev qutbûna hêzan ne di berjewendiya netewa Kurd da ye.

(kş)