Cotyarên Balekayetî: Ji ber hawirdekirina berhemên derve, berhemên me pûç dibin

BALEKAYETÎ-ROJNEWS

Cotyarên Balekayetî dest bi komkirina berhemên xwe yên bacan, xiyar û kelikan kirine, lê di warê firotinê de bi fikarin û wiha dibêjin: “Hikûmet ji bilî ku ti alîkariya me nake, li gel wê di dema gihiştina berhemên me de jî, bi hawirdekirina berhemên Tirkiye û Îranê, berhemên me pûç dibin.”

Li gorî bîlançoya Rêveberiya Çandiniyê ya Çomanê, li Balekayetî zêdetirî 36 hezar û 915 donim zeviyên ji bo çandiniyê guncaw heye. Salane zêdetirî 5 hezar û 100 cotyar kar tê de dikin û li gorî heman bîlançoyê salane 396 hezar û 393 ton berhem tê hilberandin.

Niha li sînorê Balekayetî dema gihiştina bacan, kelik û xiyarane û cotyarên herêmê bi komkirina berhemên keda xwe ve mijûlin. Lê ji ber hawirdekirina ji derve û nebûna bazarê, di warê firotina berhemên xwe de bi fikarin. Beşek ji cotyarên sînorê Balekayetî di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Cotyar Kosret Haris wiha got: “Em her sal ji herêmên dûr ji bo çandiniyê berê xwe didin vê herêmê da ku bi rêya çandiniyê debara jiyana xwe û malbata xwe bikin. Lê hikûmet ji ber bê planiya xwe ya li ser kerta çandiniyê, di dema gihiştina berhemên çandiniyê de, berhemên welatên Îran û Tirkiyeyê hawirde dike û berhemên xwemalî bê nirx dike. Hikûmet divê bi awayekî cidî berê xwe bide cotyaran, ger alîkarî neke jî divê di dema gihiştina berhemên navxweyî de, berhemên derve hawirde neke da ku cotyarên herêmê jî zerer nebînin.”

Cotyarek din ê herêma Balekayetî Şalaw Ehmed di derbarê heman mijarê de axivî û wiha anî ziman: “Berhemên ku em di hilberînin, gelek û gelek ji berhemên ku ji Îran û Tirkiyeyê hawirdeyî Herêmê dikin cudatire. Ji ber em ti derman û kîmyayan bikarnayînin. Berhemên me di zeviyan de bi hewayek hênik û bi avek guncaw tê avdan.”

Şalaw Ehmed her wiha diyar kir ku hikûmet ti alîkariya cotyaran nake, ji ber ku her sal bi xwe pereyek zêde li pêdawîstiyên berheman xerc dikin û li benda gihiştina berheman dimînin, lê ji ber hawirdekirina berhemên biyanî zerer mezin dibînin û ti bi destê wan nakeve.

(fk)