BIRWA ESHED
Berpirsê Berê yê Ragihandina PDK’ê yê Kerkûkê Kawêz Mela Perwêz diyarkir PDK ti giringiyek bi Kerkûkê nade. Her wiha got, ji ber plan û peywendiya PDK’ê yên bi dewleta Tirk re, li Kerkûkê tevlî lîsta hevbeş a partiyên Kurd nebû.
Aliyên Kurdî yên Kerkûkê ji bo bi yek lîsta hevbeş tevlî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin, gelek civîn pêkanîn û welatiyên Kurd ên Kerkûkê xwesteka wan a ji bo yeklîsta partiyên Kurdî hebû. Lê PDK li dijî vê xwesteka aliyên Kurd û xelkê Kerkûkê derket, PDK li şûna bi partiyên Kurd re hevpeymanî çêke, bi Eniya Tirkmen a girêdayî dewleta Tirk û Erebên Sune re hevpeymanî avakir.
Tê payîn hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê di 18’ê Kanuna 2023’yan de pêkwerin. Kurd jî bi gelek lîsteyan tevlî hilbijartinê dibin. Di derbarê vê mijarê de Berpirsê Berê yê Ragihandina PDK’ê yê Kerkûkê Kawêz Mela Perwêz di hevpeyvînek taybet de bersiva pirsên me da. Kawêz Mela Perwêz behsa têkiliyên PDK’ê û dewleta Tirk û sedemê qutbuna xwe ya ji PDK’ê kir.
Sedemê qutbuna we ya ji PDK’ê çibû?
Her kesek li siyaseta PDK’ê ya li Kerkûkê binêre, bese ku bigihe wê biryarê ji PDK’ê dûr bikeve. Mixabin ti giringiya Kerkûkê li cem PDK’ê nebû ku diviyabû Kerkûk yek ji cihên herî giring ên qada siyasetê ya wê partiyê ba. Ez ti demê bêdeng nebûme. Ji sala 2003’yan ve hem bi gotinî hem jî bi nivîskî min rexneyên xwe kirine. Êdî ez gihiştim wê biryarê ku êdî ew xwe xapandine. Di demekî de ku xelkê bajêr herî zêde qurbanî dane, lê dema neft li Herêma Kurdistanê hat dîtin, Kerkûk ji ajandaya siyasî ya PDK’ê bi temamî derket.
Hun siyaseta PDK’ê hem li Herêma Kurdistan hem jî li Kerkûkê çawan dinirxînin?
Ger PDK’ê li Herêma Kurdistanê siyasetek rast bimeşandiba, wê bandorê li ser Kerkûk û deverên din jî bikira. Tişta herî zêde ez pê di êşiyam propagandakirina li ser Kerkûkê bû. Hewl didan kêmaniyên xwe yên li Herêma Kurdistanê binixûmînin. Bê guman yên li Kerkûkê bacê didin peywendiya xwe bi şikestina wê ya li Herêma Kurdistanê ve heye.
Çima PDK li Kerkê ji bo avakirina lîstek hevbeş bû asteng?
Yek ji sedemên ku ez ji PDK’ê dûr ketim, hilweşandina yek lîste û yekrêziya li Kerkûkê bû. Ev ji bo Kerkûkiyan siyasetek gelek nehezane bû, ji berku li idjî yekrêziya Kurdan bû. Hemû partiyên Kurd li Kerkûkê amadebûn di çarçoveya yek lîsteyê de tevlî hilbijartinên vê carê ya encûmena parêzgehan bibin. Ev hilbijartin ji bo min û hemû xelkê bajêr gelek giringe, ji berku ji bo avakirina hikûmetek xwecihî ya bajêre. Lê mixabin PDK’ê yek lîsteyiyê têk da. Ji beriya xelkê Kerkûkê wê PDK zererê bibîne. Nizanim çi aqil divê yekê de hebû. Min ji wan re got çima em li Kerkûkê hemû enerjiya xwe komî serhev nekin li gel partiyên din daku xizmetê ji berjewendiyên neteweyî re bikin. Daku herî kêm em bikarin binkeftin û zehmetiyên me bi xelkê bajêr dayî jiyan kirin, carek din telafiya wê bikin. Lê rojeva wan diyarbû ku bi hemû rengî li dijî vê yekê bûn.
Min nedizanî aqiliya vê di çi de ye û çima bi vî rengî dijbertiya Kerkûk û Kerkûkiyan dikin. Lê dibe peywendiya xwe bi planên dewleta Tirk û welatên din ve hebe. Ji bo ku Kurd li Kerkûk û deverên din nebin xwedî desthilat.
Vegera PDK’ê ya ji bo Kerkûkê wê çi sûdê xwe ji bo Kerkûk û pirsa Kurd hebe?
Ti demê siyaset bi dirûşme û gotinên mezin nayê meşandin. Niha xelkê Herêma Kurdistan û Kerkûkê gelek şiyarin. Êdî bi dirûşme û gotinên mezin gel nayê xapandin. Piştî sala 2017’an û şûn de yek ji wan dengan bûm ku di got divê dest ji gotinên vala û dagirkeriyê berdin.
PDK li ser postên Iraqê şer dike, ala Iraqê li cihên herî dûr ên Herêma Kurdistanê heye. Lê gotina dagirker ji bo Iraqê bikartîne. Bikarananîna vê peyvê ji bo xapandina gele. Di rojên borî de me dît ku PDK bi bêdengî xwe xist jêr destê serokatiya operasyonên hevbeş ku hîna jî baregehên wan nedanê.
Lîsta namzetên PDK’ê li Kerkûkê nûnertiya Kurdan dike?
Namzetên wan gelek lewazin, ew jî peywendiya xwe bi aqilê siyasî ve heye. Rêxistinên PDK’ê bi xwe jî di nava dudilî û sergêjiyekê de ne. Encama wê ewe ku Kerkûk ji bo PDK’ê ne giringe. PDK wisan difikire ku wê rêxistinên xwe wekî mihan bide tevgerê.
Ger nikaribin ji bo bajêr parêzgarek Kurd hilbijêrin, wê çarenûsa Kurdan çilê were?
Wê demê wek mîna niha cardin Kurd hest bi zilmê bikin. Wê hebûnek ya wan a bi bandor nebe. Ji berku Kerkûk di aliyê îdarî de girêdayî Iraqê ye. Ger Ereb nikaribin posta parêzgar wergirin jî wê Iraq wê postî ji bo Ereban tije bike. Lê Kurd bêkesin, ji ber wê ger parêzgarek Kurd nebe, wê hertim gefa binpêkirinan li ser Kurdan hebe.
Dewleta Tirk pêşengtiyê ji eniya Sune re dike, bandorek wê ya zêde li ser rewşa niha ya Kerkûkê heye. Rolek sereke ya dewleta Tirk a di parçebûna Kurdan ya li deverên dikevin nava madeya 140’an de heye. Derfeta yekhelwestiyê bi Kurdan nade. Ger Kurd li Kerkûkê qezenc bikin, wê li Iraqê de bihêz bin. Eger Ereb qezenc bikin wê Iraq bihêz bibe. Mane Kerkûk bû sedem Herêma Kurdistan bi dest Iraqê were bêhêzkirin. Ger pirsgirêka Kurd çareser nebe, wê Kurd lewaz bibin. Lê wê hertim ruhê Kurdbûnê zindî bimîne.
(kş)