BALEKAYETÎ-ROJNEWS
Hejmarek ji komên çiyagerên deverên cuda yên Herêma Kurdistanê bi armanca lidarxistina çalakiyeke jîngehparêziyê çûn ser Gola Fêlaw. Çiyageran gol û derdora wê ji gilêj û plastîkan paqij kirin.
Hejmarek ji komên çiyagerên deverên cuda yên Herêma Kurdistanê bi armanca lidarxistina çalakiyeke jîngehparêziyê çûn ser Gola Fêlaw. Çiyagerên ku bi meşê xwe gihandin Gola Fêlaw ya girêdayî navçeya Çomanê ya devera Balakayetiyê, paşmayên plastîk û gilêşê ku geştiyaran di werza bihar û havînê de li pey xwe hiştibûn, paqij kirin. Çiyageran ew gilêş û paşmayên plastîk ku ji golê û derdora wê kom kirin bi xwe re birin.
Yek ji çiyagerên ku tevlî pêngava paqijkirina Gola Fêlaw bûye, Hewraz Ehmed derbarê çalakiya xwe ya parastina jîngehê de wiha got; “Armanca me ya vê geşt û çalakiyê ewe ku em Gola Fêlaw û derdora wê ji gilêş û plastîkan paqij bikin.”
Hewraz di dewamê de dibêje; “Mixabin gelek geştiyarên ku ji bo geşt û seyranê serdana Gola Fêlaw dikin, paqij girtina xwezayê berçav nagirin û paşmayên xwe dihêlin. Bi hiştina paşmayên wan re bêgûman xweza pîs dibe û zerereke mezin digehe jîngehê.”
Çiyager Mihemed Remezan bi van gotinan behsa çalakiya paqijkirina jîngeha devera Gola Fêlaw kir; Di demsala biharê de her sal bi hezaran geştiyar serdana Gola Felaw dikin û ji ber paşmayan ev gole qirêj dibe. Parastina jîngehê bingeha çiyageriyê ye, ji ber vê yekê îro em hatine ku golê ji gilêş û bermahiyên plastîk yên ku ji hêla geştiyaran ve têne avêtin û hiştin, paqij bikin.”
Gola Fêlaw dikeve devera Balekayetî ya sînorê navçeya Çomanê. Bi dûriya nêzîkî 160 km’yan dikeve bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê. Ji ber xweşiya wê û bedewiya wê ya xwezayî, salane bi hezaran geştiyarên navxweyî û biyanî serdana Gola Fêlaw dikin.
(wd)