Wezîrê Neftê yê Iraqê gihişte Hewlêrê

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji beriya demek kurt Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî, bi armanca çareserkirina pirsgirêka neftê û dubare dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê, gihişte parêzgeha Hewlêrê.

Bi armanca çareserkirina pirsgirêka neftê û dubare dest bi hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê, Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî beriya demek kurt gihişte parêzgeha Hewlêrê.

Biryare Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî û şandeya pê re ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Mihemed Kemal ve bên pêşwazîkirin û piştre bi Serokê Hikûmeta Cîbicîkar ya Herêma Kurdistanê re bicive.

Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku armanca serdanê nêzîkirina nêrînên her du aliyan li ser dubare hinardekirina nefta Herêmê bi rêya Tirkiyeyê, li gorî yasaya budceya Iraqê, divê hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl neft radestî Iraqê bikin.

(fk)