BALEKAYETÎ
Li Herêma Kurdistanê gelek grubên çiyagerî û rêxistinên jîngehê hene heftane ji bo welatiyan geştan organîze dikin. Welatî ji bo derbaskirina demek xweş tevlî van geştan dibin. Çiyager diyar dikin geştkirina li nava xwezayê mirovan di aliyê derûnî de rehet dike û ji bo tendirustiyê jî gelek başe.
Çend salekin li cihên cûda yên Herêma Kurdistanê li nava ciwan û jinan de werzişa çiyagerî ta astekê bûye çandek. Heftane çend grub, rêxistinên jîngehî û çiyageriyê geştê ji bo çiyayan dikin. Kampan ava dikin û demek xweş li nava xwezayê de derbas dikin. Çiyager van geştan ji bo her kesê pêşniyar dikin.
Çiyagerên Herêma Kurdistanê bi pêwîst dizanin ku her kes demek diyar hebe daku bikare xwe ji qerebalixiya bajaran, pirsgirêk û nakokiyên rojane dûr bixe. Çiyager dibêjin, ew bi armanca derûniyek rehet û fîzîkek bi tendirust heftane geşt ji bo çiyayan dikin û li nava xwezayê de dimînin.
Çiyagerê bi navê Hîwa Rehman diyarkir ew heftane li gel hinek dost û hevalên xwe ji bo cihên cûda geştê dikin û got: “Dema em geştê dikin di aliyê derûnî û fîzîkî de rehet dibin. Herî kêm em ji pirsgirêk û astengiyan dûr dikevin.”
Di dewamê de Hîwa Rehman eşkere kir çalakiyên bi vî rengî ji bilî sûdên xwe yên tendirustî û derûnî, ji bo hevnaskirin û xurtkirina peywendiyên civakî jî başe.
Jina bi navê Tavge Murad jî diyarkir geştên çiyayî û danîna kampan zêdetir ji bo jinan giringe û got: “Beşek ji jinan di çarçoveya malê yan jî sinorek diyarkirî yên bajêr de dijîn. Ev jî dihêle ku biwestin û di nava jiyana rojane de hest bi nerehetiyê bikin. Ji ber wê ger werin nava xwezayê û bigerin wê sûdek baş bi tendirust û derûniya wan bigihe.”
Tavge diyarkir ew li gel komek heval û dostên xwe heftane ji bo cihên cûda geştê dikin û hestek gelek xweş li nava xwezayê de jiyan dikin. Tavge xwest her kes li gor derfet û dema xwe beşdarî çalakiyên bi vî rengî bibin.
Li Herêma Kurdistanê gelek grub û rêxistinên çiyageriyê hene, heftane çendîn çalakiyên cûda cûda li ji bo ciwan, jina û kesên bi temen organîze dikin. Bi sedan kes ji bo derbaskirina demek xweş li nava xwezayê de tevlî van çalakiyan dibin.
(kş)