ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS
Civaka Êzidî û gelê Ereb îsal 13’yê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê, ji her salê zêdetir bicoş û bawerî wekî cejna azadiyê pîroz kir. Pîrozbahiyên îsal di heman demê de veguherî cejna vegera li Şengalê û xwedîderketina Şengala xweser û azad.
Civaka Êzidî yek ji wan civakên qedîme ku hîn jî bi çerx û zimanê xwezayê difikire, dipeyive û dijî. Li aliyekê cejin, şahî û keyfxweşiya hebûnê li aliyekê şîn û girîn. Ev heqîqeta civakî li Kurdistan û Êzîdxanê bi rengê herî zelal xuya ye. Her dem konek vedayî ye; an konê şînê, an konê şahiyê… Dinya û alem civaka Êzidî bi 74 ferman û talanan nas dike, gelo çawa dibe civaka Êzidî ruxmê ev çend fermanan kariye heya roja me ya îro hebûna xwe biparêze? Dibe ku di dinyaya heyî de tu civak an jî gel bi qasî civaka Êzidî cejn pîroz nake, rêûresman nagerîne. Li Şengalê û Êzîdxanê tu heyv û demsal bê cejn û şahî derbas nabe.
Civaka Êzidî ruxmê hemû ferman û talanan dest ji cejin, şahî û rojiyê xwe bernedeya, yanî dest ji hebûna xwe bernedaye û heya roja me ya îro hebûna xwe parastiye. Di her cejin û rojiyek de bi hebûna xwe car din hesiyaye, şûrê fermanê li ber dengê def û şibêb hukmê xwe wenda kiriye. Heya fermana 74’an ya 3.8.2014’an jî çîroka hebûna civaka Êzidî û Ezdatiyê wiha herikiye. Lê fermana 2014’an bi başî û xirabî rûpeleke nû di tarîxa civaka Êzidî de vekiriye. Xwediyên şûrên 73 fermanan dîtin ku heya manewiyata civaka Êzidî neyê kuştin, civaka Êzidî bêcih û war neyê hiştin, stargeh û keleha pîroz ya Êzidiyan Çiyayê Şengalê neyê dagirkirin wê nikaribin koka civaka Êzidî biqelînin. Ji ber vê êrîşa DAIŞ’ê ya 2014’an di giraniya 73 fermanan de bû.
Fermana Herî Xeter Û Kujer, Fermana 2014’an
Ji ber vê, şikestina Şengalê ya 2014’an, şikestineke kûr ya hebûna civaka Êzidî bû, ger Çiyayê Şengalê jî bişkesta, wê keleha dawî ya hebûna Ezdatiyê bi nebûnê re rûbirû bimana. Bi cewherî, di dîroka Êzidiyan de tu ferman bi qasî fermana 2014’an ne xeter û kujer bû. Civaka Êzidî heya astekî ketiye ferqa vê heqîqetê, ji ber vê li ser dîwarên mal û dikanên Şengalê dîrokek hatiye nivîsandin ‘3.8.’ Pir caran 2014 nayê nivîsandin, ji ber ku her kes fam dike ka 3.8. çi ye. Ev hizirandineke kûr ya xeteriya li ser hebûna civaka Êzidî ye. Eger em rastiya 3.8. baş fam nekin, emê nikaribin 13.11. jî baş fam bikin. 13.11.2015, roja rizgarbûna navenda Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê ye. Piştî fermanê, civaka Êzidî bi dilekî ji kevir girantir 3.8. bibîranî, her sal bi mehan beriya salvegera fermanê dest bi amadekariya bîranîna şehîdên fermanê kir û hê jî dike. Lê 3.8. ne tenê roja bîranîna êşên girane, her wiha roja şikestineke kûre ku civaka Êzidî ji bo parastina hebûna xwe biryarên dîrokî girtine û berê dîroka xwe guhertiye.
13’yê Mijdarê Cejna Azadiyê ya Şengalê ye
Yê ku vê dîroka nû da destpêkirin begûman berxwedan û têkoşîna li dijî 3.8.’e. Biryara parastina Çiyayê Şengalê, biryara parastina Ezdatiyê, biryara şikandina xeta xiyanetê û biryara pêşxistina xeta berxwedanê ye. Bi vê biryarê re civaka Êzidî ji mirinê berê xwe jinûve da jiyanê. Bi vê biryarê re civaka Êzidî ji konê şînê berê xwe da konê şahiyê û êşa xwe ji xwe re kir çavkaniya hêzê. Têkoşîn û berxwedana ji 3.8.2014’an heya 13.11.2015’an li dijî ferman û talanan cejnekî nû li cejnên qedîm yên Êzidiyan zêde kir. 13’yê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê, bû navê cejna azadiyê. Çawa ku 15’yê Tebaxa 1984’an bû Cejna Vejîna Kurdistanê, 13’yê Mijdara 2015’an jî bû Cejna Azadiya Êzîdxanê.
Civaka Êzidî her ku axa giran ya fermana 2014’an ji ser xwe avêt, zêdetir berê xwe da wate û girîngiya 13’yê Mijdarê, roja rizgarbûna Şengalê. Civaka Êzidî her sal ji sala berî xurtir xwedî li vê rojê derket. Her ku xwedî li roja rizgarbûnê derket, hêz û taqeta wê xurtir bû û pêşwazîkirina 13’yê Mijdarê îsal hate wê astê ku civaka Êzidî vê rojê wekî Cejna Azadiyê binav bike û li gor wê pîroz bike. Civaka Êzidî êdî di wê ferqê de ye ku ger di 13’yê Mijdara 2015’an de Şengal bi pêşengiya gerilayên PKK’ê nehata rizgarkirin û welatekî wan yê azad nebûya, wê bê welat nekarîbana tu cejnekê xwe pîroz bikin.
13’yê Mijdarê Rê li Ber Vegera Şengalê Vekir
Di dîroka Êzidiyan de care yekeme ku piştî fermanekê civaka Êzidî car din vedigere ser cih û warê xwe. Di fermanê de tenê derdora 10 hezar kesî li Şengalê mabûn, wan jî xwe spartibû stargeha pîroz Çiyayê Şengalê û li gel gerîlayên PKK’ê tevlî berxwedanê bibûn. Piştî 13’yê Mijdarê, di nav 8 salên dawî de bi sedhezaran Êzidî car din vegeriyan Şengalê, malên xwe lêkirin, jiyana xwe geş kirin, cejn û cemayiyên xwe pîroz kirin. Bi taybet di van salên dawî de her cemayiyek li Şengalê veguherî cejneke mezin ya hebûna civaka Êzidî. Gelo ev ne encama 13’yê Mijdarê ye? Vegera li Şengalê gelo ne cejna herî mezine ji bo civaka Êzidî?
Coşa Tilezêr û Sîba Mohra Xwe li Şahiyan Da
Şahiyên 13’yê Mijdarê îsal li seranserê Şengalê bi coş hate pîrozkirin lê bi taybet çend komelgeh bi coş û peroşa xwe pêşengiya çalakiyan kirin. Bi taybet aliyê qiblet ya Çiyayê Şengalê, ji Tilezêr heya Sîba Şêx Xidir şahiyên herî girseyî û bi coş 13’yê Mijdarê hate pîrozkirin. Wekî tê zanîn, DAIŞ’ê di fermana 2014’an de destpêkê êrişê başûrê Çiyayê Şengalê kiribû û ji Girzerik heya Sîbayê civaka Êzidî li ber çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dabûn. Îsal herî zêde veger li vê xetê çêbû, ji Tilezêr heya Sîbayê bi hezaran malbat vegeriyan ser cih û warê xwe. Coşa gel ya li Tilezêr û Sîbayê, coşa vegera li Şengalê bû.
13’yê Mijdarê Cejna Pêkvejiyana Gelane
Her wiha gelê Ereb jî li herêmên xwe bi şahiyan 13’yê Mijdarê pîroz kir. Ev jî serkeftinek 13’yê Mijdarê bû, civaka Êzidî û gelê Ereb ku PDK û dewleta tirk hewl didin di navbera wan de nakokî û pevçûn derkevin, bi hev re 13’yê Mijdarê pîroz kirin, govend gerandin. Car din xuya bû ku 13’ê Mijdarê di heman demê de serkeftina pêkvejiyana gelane, serkeftina fikrê netewa demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan’e. Bi taybet hevgirtina jinên Êzidî û Ereb roj bi roj sal bi sal xurtir dibe, ev hevgirtin di komxebata bi sernavê ‘’Jin û Parastin’’ de gihîşt asteke bilind. Jinên Êzidî ku di 3.8. de wekî kole li sûk û bazaran hatin firotin, di nav 8 salan de vê qederê guhartin û nîqaşên li ser hebûn, azadî û parastinê kirin. Rastî û encama esasî ya 13’yê Mijdarê di vê komxebatê de veşartî ye. Jinên Êzidî bi vê komxebatê vê rastiyê îlan kirin ‘’13’yê Mijdarê roja hebûn û xwebûna jinên Êzidî ye.’’
Şehîdên Rizgarkirina Şengalê Hatin Bîranîn
Civaka Êzidî beriya her tiştî jî şehîdên pêngava rizgarkirina Şengalê ji bîr nekir. Tê zanîn, navenda Şengalê di encama berxwedana 11 mehan de, bi şerê sîng bi sîng û mal bi mal hate rizgarkirin û ev serkeftin bi canê giranbiha ya şehîdan hate bidestxistin. Êdî li Şengalê rastiya şehîdan li ser hemû rstiyane, ji ber vê jin û ciwanên Êzidî bere xwe dan şehîdgeha li Çiyayê Şengalê, ji bo ruhê her şehîdek çirayek pêxist ku di Ezdatiyê de çira yek ji tiştên herî pîroze. Her şehîdek vê pêngava pîroz êdî li ber dilê civaka Êzidî Çirayek pêketî ye ku wê hîç venemire. PDK û Malbata Barzanî di rojên salvegera fermanê hewl dan bi derewan xwedî li rizgarkirina Şengalê derkevin. Civaka Êzidî bi peyv na, bi çirayên li ber her gorekî şehîdan pêketî bersiva peyvên derew dan û ew derew kirin xwelî! PDK ku her roj behsa 500 pêşmergeyan dike ku qaşo Şengalê rizgar kirine, nekarî ji bo bîranîna van pêşmergeyan merasîma bîranînê lidarbixe. Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan ya li Çiyayê Şengalê bersiva herî zelale ji derewên Malbata Barzanî re.
Rêveberiya Xweser Divê 13.11. Wekî Cejna Azadiyê Îlan Bike
Civaka Êzidî ji fermana 3.8. heya roja me ya îro sal bi sal qonaxên nû derbas kirin. Ji şikestin û têkçûnê ber bi serkeftin û avabûnê gavên mezin avêtin. Civaka Êzidî her ku xwe ji barê giran ya fermanê xilas kir, zêdetir ji xwe bawer bû. Ji êşên giran yên ferman û talanê ber bi coşa rizgarî û azadiyê ve herikî. Bi hêz û taqeta rizgarî û azadiyê ev 8 salin pergala rêveberiya xweser xelek bi xelek tê hûnandin. Li Şengalê 8’emîn salvegera 13’yê Mijdarê wekî cejna azadiyê ji aliyê gel ve hate pîrozkirin. Gelên Şengalê navê cejna azadiyê li rizgariya Şengalê kir. Dibe ku Rêveberiya Xweser ya Şengalê vê helwesta gel wekî daxwaza gel bixe rojeva xwe û 13’ê Mijdarê wekî Cejna Azadiyê îlan bike. Bîranîn û bibîrxistina salvegera fermanê beguman girînge, lê bi qasî wê divê roja rizgarî û azadiyê jî xurtir û bi coştir were pêşwazşkirin. Û rastiyeke din, 13’yê Mijdarê ne tenê roja rizgarbûna Şengalê ye, roja rizgariya Êzîdxanê, roja hebûna Ezdatiyê ye. Ji ber vê hemû Êzidîyên li cîhanê divê hîn xurtir xwedî li 13.11. derkevin, pala xwe bidin îradeya 13.11. û bi baweriyeke xurt ber bi pêşeroja xwe ve bimeşe.