NAVENDA NÛÇEYAN
Ofîsa Pêşbîniya Hewayê ya Wezareta Gihandinê ya Hikumeta Herêmê ragihand ku ji sibeve wê li herêmê baran bibare û ji bo Dihok, Silêmanî û Hewlêrê hişyariya lehiyê da.
Ofîsa Pêşbîniya Hewayê ya Wezareta Gihandinê ya Hikumeta Herêmê derbarê pêlek nû ya baran barînê de daxuyaniyek belavkir.
Li gorî daxuyaniyê ji sibe û pêve pêlek baran li Herêma Kurdistanê destpê dike. Gorî daxuyaniyê sibe li tevahî herêmê wê baran bibare û roja Duşemê jî bandora xwe zêdetir diyar bike.
Herwiha hate gotin ku wê bi baran barînê re bayek bihêz jî were. Di dewamê de hate gotin; “Li Amêdiyê, Çemankê, Şêladiz, navenda Hewlêr, Behrik, Hîran, Quştepe, Çemçemal û Derbendîxanê bi barîna baranê re asta avê jî bilind bibe. Roja Duşemê jî wê li herêmên çiyayî berf bibare û pileyên germahiyê bi awayek berçav dakeve xwarê. Wê bandora baranê heya roja sêşemê dewam bike.”