Li Elmanyayê bi hezaran kesan daxwaza rakirina qedexeya PKK’ê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Elmanya Berlînê bi hezaran kes li dijî qedexeya PKK’ê li hev civiyan û xwestin qedexe bê rakirin.

Bi hezaran Kurdistanî û dostên gelê Kurd ên ku bi dirûşma “Qedexeya PKK’ê rakin û demokrasiyê bi hêz bikin” hatin cem hev, li paytext Berlînê meşek mezin organîze kirin. Ji zêdetirî 40 bajarên cuda çalakgeran xwestin qedexeya PKK’ê bê rakirin.

Çalakgerên li Oranienplatzê ku yek ji navendên girîng ên bajêre li hev civiyan, tevî provokasyonên polîsan jî dest bi meşê kirin.

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok bal kişand ser provokasyona polîsên Elman û wiha got: “Dixwazin me nebaş nîşan bidin. Dixwazin me neyînî nîşan bidin. Lê belê em gelê Kurd xwedî kevneşopî, çand û dîrok in. Piştî serdana Erdogan a Elmanyayê, polîsên Elman ji nîvê şevê ve hewl didin meşa me asteng bikin.”

Li cihê kombûna meşa ku bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir, li ser navê FED-KURDÊ Menderes Canbeg, li ser navê International Linke Daniel, li ser navê Kurdische Gemeinde Berlin Brandenburg Huseyîn Taşan beşdaran silav kirin û daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê kirin.

Duh bi Erdogan re Hevdîtin Kirin û Îro Provokasyonê Dikin

Menderes Canbeg di axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Elman di sala 1993’yan de bi hinceteke derqanûnî PKK qedexe kir. Ev biryar tenê siyasî bû û tu aliyê wê yê hiqûqî tune bû. Ji ber ku em îro li vir kom bûn, bi hezaran polîsên Elman li vir kom kirin. Duh bi Erdogan re hevdîtin kirin, îro jî provokasyonan dikin.”

Nûnerê Lînke yê Navneteweyî Danîel jî qedexeya PKK’ê rexne kir û destnîşan kir ku bi bikaranîna vê qedexeyê tevgera Kurd tê krîmînalîze kirin. Daniel di axaftina xwe de wiha got: “Li vir dewleta Elman bi qedexeya PKK’ê re daxwazên dewleta Tirk pêk tîne.”

Piştî axaftinan çalakger heta Schlosspark a li ber Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bîjî Serok Apo”, “Bîjî Berxwedana Gerîla”, “Ciwan Fedaiyê Rêber Apo ne” hatin berzkirin.

Têkoşîna li Dijî Qedexeyê Dê Bidome

Hevseroka KON-MED’ê Rûken Akça di axaftina xwe ya li qada mîtîngê de xîtabî bi hezaran Kurdistanî û dostên wan kir û diyar kir ku tu bingeheke qanûnî ya qedexeya PKK’ê nîne û xwest qedexe bi dawî bibe û wiha axivî: “Ev qedexe biryareke siyasî ye. Em vê yekê dizanin. Heta ev qedexe rabe wê têkoşîna me bidome.”

Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok jî bang li hikûmeta Olaf Scholz kir ku di demek nêz de vê qedexeyê rakin û got ku rê li ber demokrasî û hiqûqê vekin.

Berdevka Têkiliyên Derve ya KNK’ê Nîlûfer Koç jî axivî û got: “Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz û Wezîra Karên Derve Annalena Bearbock her tim parvekirinên Jin Jiyan Azadî dikin. Lê belê yên ku bi dirûşma Jin Jiyan Azadî zindî dike jinên Kurdin. Yekane dirûşmeya me Berxwedan Jiyane ye.”

Wê Meşa Me Serbikeve

Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut anî ziman ku êdî tu wateya biryara qedexeyê nemaye wiha got: “Em vê biryarê nas nakin. Me berdêl da, em didin. Lê me paşde gav neavêt. Ev têkoşîna demokratîk meşa azadî û statuya Rêber Apo ya ber bi Kurdistanê ve ye. Emê bi ser bikevin.”

Mîtîng bi strana Hunermend Kawa Urmiye bi dawî bû.