NAVENDA NÛÇEYAN
-26 rojin ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.
-Mamosta û karmend wê dakevin qadan.
-7. Festîvala Navnetewî ya Şanoya Şeqam wê li Kerkûkê destpê bike. (14:00)
-Li seranserê Iraqê propagandaya ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan dewam dikin.
-Li bazara herêmê her ku diçe nirxê kel û pelan biha dibe. Dolar jî roj bi roj li beramberî dînarê Iraqê bilind dibe.
-Li Herêma Kurdistanê werza zivistanê ye, lê heya niha gelek cihan hikumetê neft belav nekiriye.
– Ji bilî piştgirîkirina komên terorîst, bikaranîna çekên qedexekirî yên kîmyayî, dagîrkirina beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê û qetilkirina bi dehan zarokên Kurd, Erdogan sûcên xwe nabîne û ji bo Hemasê rondikên xapînok dibarîne.
– Birîndarên çekên kîmyawî yên Helebce ji ber nayên dermankirin, rojane êşa birînên xwe dikêşin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek pêwîst li rewşa birîndarên kîmyabaranê napirse û alîkariya wan nake. Rêveberê Nexweşxaneya Kîmyabarana Helebce jî got, ew hemû cûre tedawiyek ji bo birîndaran dikin, lê hinek birîndar hene ti çareseriyek wan li Herêma Kurdistanê nîne.
– Serokê Rêxistina Peyamnêrên Kurdistanê Hozan Qadir derbarê revandina rojnamevan Silêman Ehmed de got; “Binçavkirina Silêman Ehmed tê wateyê ku li Herêma Kurdistanê karê rojnamevaniyê di qonaxek metirsîdar deye.”