Li 8 welatên Ewropayê yek daxwaz: Qedexeya li ser PKK’ê rakin

NAVENDA NUÇEYAN

Li heşt welatên Ewropayê, Kurdistanî û dostên xwe bi daxwaza bidawî anîna qedexeya li ser PKK’ê û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Li Elmanya û Ingilîstanê ruxmê êrîş, binçavkirinan jî çalakvan heya dawî berxwe dan û çalakiya xwe berdewam kirin.

Duh bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi boneya salvegera qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji milê dewleta Elmanya ya di sala 1993’yan de  îlan kirî û piştre ji bo gelek welatên din jî bu zemînê kur kirin û giran kirina şerê dijî civaka Kurd û Kurdistaniyan, gelek çalakî hatin lidarxistin. Heman rojê li Elmanya, Îngilîstan, Fransa, Îtalya, Swêd, Avusturya, Danîmarka, Qibrisê çalakî dijî qedexeya li ser PKK û bi daxwaza dawî anîna tecrîda li ser Rêber Ocalan hatin lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlîn duh bi hezaran kes li dijî qedexeya PKK’ê li hev civiyan û xwestin qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin. Ji 40 bajarên cuda yên Elmanyayê çalakvan herikîbun meş û mitînga li Berlînê ya ku ji Oranienplatzê heta Schlosspark a ku Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê lê ye, dewam kir. Beriya meş despê bike polîsên Elman xwestin çalakiyê asteng bikin, lê çalakvanan bi biryardariyek mezin berxwe dan û çalakiya xwe ya bi diruşma “Qedexeya PKK’ê rakin û demokrasiyê bi hêz bikin” pêkanîn.

Li paytexta Swêd Stockholmê jî li ber konsolosxaneya Elmanya Kurd û dostên xwe kombun li dijî qedexeya PKK’ê û ji bo azadiya welatparêzên Kurd ên li girtîgehên Elmanyayê tên girtin çalakiya protestoyî li dar xistin. Di çalakiyê de pankartên “Em hemû PKK’yî ne”, “Qedexeya PKK’ê rakin” hilgirtin û dirûşmeyên “PKK Gel e, Gel li vir e’’ û “Kujer Erdogan” berz kirin.

Li paytexta Îngilîstanê Londonê jî li ber Konsolosxaneya Elmanyayê Kurd û dostên xwe kombun, xwestin PKK ji lîsteya “rêxistinên qedexekirî” bê derxistin û peyama; “PKK rûmeta mirovahiyê ye. Nabe bê qedexekirin!” dan. Çawa li Berlînê astengî û êrîşên polîsan pêkhat li vir jî polîsan êrîşî çalakvanan kirin û gelek kesan binçav kirin. Lê çalakiya ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gel a Kurd de pêk hat bi biryardarî heya hate berdewam kirin û bi govend gerandina li ber stranên li ser PKK hate bidawî kirin.

Li bajarê Strasboûrg yê Fransa jî duh Kurdistanî û dostên xwe li ber Gara Strasboûrgê li hev civiyan û destnîşan kirin ku ewê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têkoşîna xwe bidomînin. Li wir jî daxuyaniyek hate dayîn û tecrîd wek sucê mirovahî hate binav kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hate kirin.

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî li dijî qedexeya PKK’ê ya li Elmanyayê mîtîngek bi beşdarbuna Kurdistanî û dostên xwe li ber Sefaretxaneya Almanyayê pêkhat. Çalakî bi taleba “Bila qedexeya PKK’ê bê rakirin” hate pêkanîn. Çalakî bi axaftinan berdewam kir û bi diruşmeên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

Li bajarê Kopenhagê yê Danîmarkayê jî çalakiya protestoyî li ber Konsolosxaneya Elmanyayê pêkhat. Di axaftinan de bal hate kişandin ku PKK tevgereke mirovahî, azadî û demokrasî xwaze û nabe ku qedexa li ser PKK’ê berdewam bike. Çalakvanan heman demî anîn ser ziman ku dewleta Elman bi qedexekirina PKK’ê bûye şirîkê sûcê qirkirinê ya dewleta Tirk li dijî Kurd û Kurdistaniyan, buye şirîkê qetil û fermana mirovên bê suc û guneh.

Li bajarê Torîno yê Îtalya jî Jinên ciwanên ên enternasyonalîst li hev civiyan, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çalakî li dar xistin. Çalakiya ciwanan bi diruşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li qada sûkekî ya Torînoyê pêkhat.

Li bajarê Lozan yê Swîsreyê jî çalakiyek bi diruşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” pêkhat. Çalakvanan li ser girê Notre Dame Katedralî ya dîrokî pankarta ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ ya bi dirêjahiya 17 metreyan daliqandin û daxuyaniyek dan.

Li paytexta Qibrisê Lefkoşe jî qedexeya li ser PKK’ê û tecrîda li ser Rêber Ocalan hate protesto kirin. Kurdistanî û dostên xwe li ber konsolosxaneya Elmanyayê kombun û xwestin qedexe bê betal kirin. Çalakvanên li ber avahiya Wezareta Karên Hundir li hev civiyan, bi dirûşmeyan heta nûnertiya Elmanyayê meşiyan û dest bi mîtîngê kirin. Li wir axaftin hatin kirin û bidawî kirina tecrîd û qedexeya ser PKK’ê dubare hate ser ziman. Çalakî li wir jî bi serkeftî bi encam bû.