Dewleta Tirk çawa dîrok, nasname û sembolên Kurdan dizîne?

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel dagikerî û şerê çekdarî, dewleta Tirk a dagirker bi rêya sînema û hunerê hemû dîrok û sembolên diyar ên Kurdan diziye. Di hewla herî dawî de, di beşa yekem a rêzefîlma Tirkî ‘Rizgarê Qudsê’ de, ew serokê navdar ê Kurdan Selahedîn Eyubî kirine kurê Nûredîn Zengî yê ku Atabegê Tirkane.

Ebû Muzefer Yusif kurê Necmedîn Eyûb kurê Şadî fermandar, serok û qehremanê diyar û dîrokê yê Kurd bi nasnav Selahedîn Eyûbiye. Li gorî çavkaniyên dîrokî di sala 1137’an de li bajarê Tikrit ê Iraqê di nava malbatek Kurd de jidayîkbûye. Piştre çûye bajarê Musilê û ji wir jî koçî Şamê kiriye.

Selahedîn Eyubî qeyremanek Kurde û Qudsê ji destê Xaçperestan rizgarkiriye, heman demê de damezrênerê Dewleta Eyûbiyane. Sultanê yekem ku desthilata Suriye û Musilê bi hev re di destê xwe de girtî ye. Serokatî ji artêşa Misilmanan re dikir. Dewleta wê ji Misirê heta Mezopotamya jorîn, Hîcaz, başûrê Erebistanê bi xwe girtibû.

Rizgarkerê rast ê Qudsê

Di dîrokê de tenê carekê Quds hatiye rizgarkirin, ew jî bi destê qehreman û serokê Kurd hatiye kirin. Lê Tirkiyeya faşîst û nîjadperest ev raste di ronahiyê de bimîne. Ji ber vê jî bi rêya sînemayê hewl didin vê rastiyê berevajî bikin û Selahedîn bikin kurê siltanekî Tirk.

Dizîna Nasname û Dîrokê

Çawa ku di van salên borî de axa Kurdan dagir kirin û îro jî jê re dibêjin Tirkmen Elî, çawa ku qehweya Kurdî dizîn û jê re digotin qehweya Tirkî, di salên 1980’yî de jî bi rêya Tatlises û hevalên wî gelek stranên Kurdî dizîn û wergerandin Tirkî.

Di van demên dawî de jî bi filmekê Kerkûkê û Musilê weke du bajarên Tirkan û Osmaniyan dan nasandin. Di dawiya senaryoyê de jî, di beşa yekem ya rêzefilma Tirkî ya ‘Rizgarkerê Qudsê’ de, serok û qehremanê dîrokî û navdar ê Kurd Selahedî Eyûbî kirin kurê Nûredîn Zengî ku Atabegê Tirke.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje: “Şerê herî metirsîdar, qirkirina çandî û şerê nasnameyê ye.” Dewleta Tirk a dagirker vî şerî li dijî hemû nirx, sembol, nasname, dîrok û destkeftiyên Kurdan dimeşîne û vê yekê bi rêya dagirkeriya leşkerî, dagirkeriya zîhnî, çandî û sembolî bi rêve dibe.

(fk)