Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê destpê kir

KERKÛK

Bi meş û çalakiyên hunerî yên cur be cur Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê destpê kir ku gelek hunermendên navxweyî û derveyî tê de amade bûn. Di Festîvalê de du şanoyên koma navneteweyî ya bajar li Festîvalê hate nîşandan.

Li bajarê Kerkûkê Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê, bi amadebûna rêjeyek berçav a hunermendên navxweyî yên Kerkûkê, Kurdistanê û Iraqê, bi amadebûna Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîy û hunermendên bi tecrûbe yên li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Îran, Îtalya û gelek welatên din destpê kir.

Merasîma festîval ji salên borî cudatir destpê kir, bi def, bilûr û dîlan, hunermend li kolanên gel bi stran û muzîkê ji baxçeyê Kela Kerkûkê heta Navenda Çanda Kerkûkê meşiyan û şanoyek Muxtar Mihemedî hate pêşwazîkirin ku qala zarokên Kurdan dike ku hertim bûne qurbanî komkujiyên dagirkeran û civaka navneteweyî li hember van komkujiyan bêdenge.

Di dewama merasîmê de Serokê Festîvala Şanoyên Kolanan ya Kerkûkê Nejad Necim axivî û xêrhatina mêhvanên Festîvalê kir û spasiya Wezîrê Çandê û aliyên Herêma Kurdistanê kir ku piştevaniya lidarxistina vê Festîvalê dane ku 38 milyon dînar terxan kiriye.

Li pey wî Wezîrê Çandê û Rêveberiya Çand û Hunerê ya Kerkûkê gotarek pêşkêş kirin. Her wiha hinek hunermendên mîna Hewar Faris, Ala Umer, Nizar Selamî, Ehmed Selar û hinek hunermendên din hatin xelatkirin.

Piştî merasima Festîvalê, du komên şanoyê yên Kerkûkê di beşa pêşbirkê ya festîvalê de derketin ser dikê, ya yekem grûpeke şanoyê bi şanoya ‘Hêza niştimanî’ bi derhêneriya Îmad Mehdî ku komediya li ser sîstema gendeliya desthilatê bû hate nîşandan. Şanoya duwem jî bi navê ‘Herac’ ku ji aliyê Peymangeha Hunerên Bedew a Kerkûkê ve hatiye çêkirin bû ku qala xwesteka otorîter a pereyan dike ku bûye sedema gelek pirsgirêkan li herêmê.

Biryare Festîvala Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê du rojan berdewam bike. Li cihên cuda cuda yên Kerkûkê, rojane di saet 10’an de wê destpê bike.

(fk)