NAVENDA NÛÇEYAN
Kurdistanî û dostên wan li Bordeaûxê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaûx ê Fransayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ku li qada Place de la Bourse li hev civiyan, têkîldarî tecrîdê danezanek bi zimanê Fransî xwendin û belav kirin.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bordeaûxê û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) daxuyanî hatin dayîn. Di axaftina li ser navê TCŞ’ê de hat destnîşankirin ku ciwanên Kurd wê di asta milîtaniyê de pêşengi ji pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ bikin.
Siyadetmedar Cûma Tak jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi xwe ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ve tê meşandin û wiha got: “Me serî li ber TC’ya faşîst a ku teknîkên şerê taybet bikartîne, netewand û em ê netewînin.”
Girseya ku bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Lîberte Ocalan’, ‘Solutîon polîtîque pour les Kurdistan’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ (la femme la vîe la lîberte) û ‘Terorîst Erdogan’ li kolanên bajêr bi qasî 2 saetan meşiyan, çalakiya xwe li qada Vîctoîre bi dawî kirin.