ZIYAD EZÎZ-ŞENGAL
Endamên Mekteba Siyasî ya PADÊ bang li civaka Êzidî kirin ku di hilbijartina parêzgeha Mûsilê de nûnerên rast ên gel hilbijêrin û ev peyam dan: “Divê civaka Êzidî wan kesan hilbijêre ku bikarin parastina Şengalê bikin. Em dixwazin gelê me yê koçber vegerin Şengalê, wisa tevlî hilbijartinê bibin.”
Hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê ku wê di 18’ê Kanûnê de pêk were, li Deşta Nînowayê bi taybet jî li Şengalê rojeva esasî ya gel e ku her roj kampanyaya hilbijartinê geştir dibe. Hêz û aliyên siyasî yên Deşta Nînowayê ku pêkvejiyana gelan wekî bername esas digirin, bi navê Hevpeymana Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartina parêzgeha Mûsilê dibin. Hevpeymana ku ji tevayî pêkhateyên Deşta Ninowayê yên wekî Êzidî, Şebek, Şie, Tirkmen û Ereb pêk tên di 19’ê Mijdarê de li Mûsilê namzetên xwe da nasîn û her wiha bernameya xwe ya siyasî ragihand raya giştî. Gel û baweriyên Deşta Nînowayê ku bi sedan sal in siyaseta olperestî û netewperestî li wan tê ferzkirin û ferman li ser wan tê rakirin, cara yekem e di vê astê de yekîtîya xwe ya siyasî û civakî ava kirine û bi taybet li dijî siyaseta dewleta Tirk û PDK’ê ya li Mûsilê, bi navê gel û baweriyan siyaseteke nû temsil dikin.
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî 4 namzetên Şengalî bi lîsteya Hevpeymana Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartinan dibin ku di rojên dawî de lezê dane kampanya hilbijartinê. Endamên Mekteba Siyasî ya PADÊ jî girîngiya hilbijartina parêzgeha Mûsilê ji ajansa me Rojnews’ê re nirxandin û di serî de civaka Êzidî bang li hemû gelê Şengalê kirin ku ji bo mafên civaka Êzidî û Şengalê were parastin û nûnerên gel beşdarî Encûmena Mûsilê bibin, dengê xwe bidin nûnerên rast ên gel.
‘Civaka Êzidî divê nûnerên rast bişîne encûmenê’
Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Qehtan Xelîl di destpêka nirxandina xwe de balkişand ser girîngiya hilbijartina parêzgeha Mûsilê ya ji bo Şengalê û got: “Lazim e civaka Êzidî kesên rast û durist ên ku wê piştevaniya Şengalê bikin û parastina Ezdatiyê bikin hilbijêre û bişîne encûmena meclîsa parêzgeha Mûsilê. Ne ku wekî Parlamena Iraqê civaka Êzidî dengê xwe bide hin kesan û ew jî biçin ji bo çeteyên DAIŞ’ê werin berdan îmze bavêjin bin yasayan. Ew kesên ku bi dengê Êzidiyan çûne Parlemena Iraqê di bernameya wan de Çiyayê Şengalê, Ezdatî, jenosîda li ser Êzidiyan nîne. Vê carê lazim e Êzidî ji vê yekê şiyar bin.”
‘Kesên werin hilbijartin divê bikarin parastina Şengalê bikin’
Qehtan Xelîl di çarçoveya xebatên siyasî yên beriya fermanê û piştî fermanê de balkişand ser xebatên Tevda û PADÊ û wiha berdewam kir: “Civaka Êzidî lazim e dengê xwe bide wan kesan ku di rojên fermanê de bi Êzidiyan ve rabe, pişta Êzidiyan bigire, daxwaza gelên Şengalê pêk bîne. Yek ji noqteyên herî girîng, ji bo jenosîda Êzidiyan were qebûlkirin xebat bimeşîne. Lazim e civaka Êzidî wan kesan hilbijêre ku ew kes bikarin parastina Şengalê bikin. PADÊ ew partî ye ku endamên wê di fermana 2014’an de li Çiyayê Şengalê li ber DAIŞ’ê sekinîne û li ber xwe dane. Eger endamek PADÊ tevlî meclîsa parêzgeha Mûsilê bû, wê hemû bernameya wî girêdayî ji nû ve avakirina Şengalê û li ser serxwebûna Êzidiyan be ku îdareyek ji wan re were avakirin.”
‘Nûnerên me dê bibin dengê gelê me’
Yek ji endamên Mekteba Siyasî ya PADÊ Ixlas Xelîl jî destnîşan kir ku ji bo nûnertiya Şengalê û Rêveberiya Xweser di encûmena parêzgeha Mûsilê de çêbibe, ew dixwazin nûnerên gel bişînin meclîsê û wiha axivî: “Nûnerên me yên biçin meclîsê dê bibin dengê me. Kesên cihê xwe di encûmena parêzgehê de bigirin, divê li gorî daxwazên gel tevbigerin. Armanca namzetên PADÊ jî ew e ku bikarin bibin nûnerên gelên Şengalê. Em dixwazin gelê me yê koçber vegerin Şengalê, wisa tevlî hilbijartinê bibin. Eger li kampan deng bidin, wê bikeve xizmeta aliyên siyasî. Eger werin Şengalê dengê xwe bikarbînin, wê bi azadî deng bidin. Divê gelê me dengê xwe bide yên di xizmeta wan de kar dikin. Em hêvî dikin, civaka me ya Êzidî dengê xwe bidin namzetên PADÊ, ji ber namzetên PADÊ wê nûnertiya civaka me bike.”
‘Wê nûnerên me xizmeta Şengalê bikin’
Mam Salih ku hem endamê Mekteb siyasî ya PADÊ hem jî endamê KNK’ê ye, destnîşan kir ku ji şikestina Sedam Hisên heya îro ev 20 sal in Şengal dibe qurbaniya hikumeta Navendî û hikumeta Herêma Kurdistanê û li ser girîngiya hilbijartinan ev nirxandin kir: “Eger di hilbijartinê de Êzidî li xwe bifikirin, dema çûn dengdanê lazim e qêrîna dayik û xwişkan li ber çavê wan be. Eger nûnerên me bi navê Ezidatiyê bikevin encûmena parêzgeha Mûsilê, wê bikarin mîzaniyê ji bo gelê Şengalê serf bikin. Wê îdareya Şengalê jî bê danîn. Niha derfetên parêzgeha Mûsilê di berjewendiya gelên Şengalê de nayê serfkirin. Lazim e civaka Êzidî li ser sindoqê nûnerê xwe pêşbixe ku ew nûnerên me karibin xizmeta herêmê bikin.”
‘Peymana 9’ê Cotmehê wê bi temamî betal be’
Mam Salih li ser Peymana 9’ê Cotmehê da zanîn ku zemîn û rastiya pêkanîna vê peymanê nîne û got: “Peymana 9’ê Cotmehê nayê pêkanîn. Mihemed Xelîl, Viyan Dexîl û Hazim Beg dibêjin biryara 9’ê Cotmehê pêk bê. Lê ev biryar ti carî nayê pêkanîn. Nûnerekî Êzidiyan di vê biryarê de nîne, ji ber vê jî ev peyman nabe pêk were. Û eger nûnerên me biçin encûmena Mûsilê wê ev peyman bi temamî betal bibe.”
(fk)