NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî dîmenên nû, dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya PDK’ê dixwaze Girê Amêdiyê dagir bike û ji bo vê jî PDK bi avakirina baregeha leşkerî ya li nêzî girê Amêdiyê bi Artêşa Tirk re dibe alîkar.
Dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike, duh di ajansa nûçeyan a Firatê (ANF) de hinek dîmên nû yên dagirkeriyê hatin weşandin.
Li gorî dîmen alîkariya PDK’ê ya ji bo dewleta Tirk a dagirker bi awayek berçav tê dîtin. Di dîmenan tê dîtin Artêşa Tirk a dagirker bi alîkariya PDK’ê hewl dide Girê Amêdiyê dagir bike. Ji bo vê jî PDK bi avakirina baregehek leşkerî ya nêzî Girê Amêdiyê, bi artêşa Tirk re hewl didin Girê Amêdiyê dagir bikin.
Tê gotin ev baregeha ku PDK ava dike, li sînorê çiyayê Amêdiyê ye û di warê leşkerî û aborî de artêşa Tirk piştevaniyê dike.
Gerîlayên Kurdistanê li hemberî dagirkeran berxwedanek bê hempa nîşan didin, ji bo ku Artêşa Tirk û PDK tevahî Başûr dagir nekin, gerîlayên azadiyê bi şev û roj di nava berxwedaniyek bê hempa dene.