ROJEVA 20.11.2023

NAVENDA NÛÇEYAN

-27 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.

-Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kolan a li Kerkûkê dewam dike.

-Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike.

-Propagandaya ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan dewam dike.

-Boykot mamostayan di dome.

-Endamên Mekteba Siyasî ya PADÊ bang li civaka Êzidî kirin ku di hilbijartina parêzgeha Mûsilê de nûnerên rast ên gel hilbijêrin û ev peyam dan: “Divê civaka Êzidî wan kesan hilbijêre ku bikarin parastina Şengalê bikin. Em dixwazin gelê me yê koçber vegerin Şengalê, wisa tevlî hilbijartinê bibin.”

-Weke gelek festîval û çalakiyên civakî, di Festîvala Bazara Kelarê de jî jinan mohra xwe lê dan û di rêjeyek berbiçav de bi ked û rengê xwe beşdarî Festîvalê bûn. Jinên beşdarî festîvalê bûyîn gotin: “Divê jin ji malê derkevin û karên xwe bi xwe bikin da ku azad bin. Lidarxistina festîvalên wiha ji bo jinan gelek giringe.”

-Li gel dagikerî û şerê çekdarî, dewleta Tirk a dagirker bi rêya sînema û hunerê hemû dîrok û sembolên diyar ên Kurdan diziye. Di hewla herî dawî de, di beşa yekem a rêzefîlma Tirkî ‘Rizgarê Qudsê’ de, ew serokê navdar ê Kurdan Selahedîn Eyubî kirine kurê Nûredîn Zengî yê ku Atabegê Tirkane.

-Di derbarê azadiya fikir û ramanê her wiha revandina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve, rojnamevanên Silêmaniyê gotin: “Li gor yasayên Herêm û Iraqê jî nabe rojnamevan werin girtin. Revandina Silêman Ehmed bêdengkirina dengên azade. Li Herêma Kurdistanê azadî hatine teng kirin, rojnamevan nikarin bi awayek azad gendeliyên desthilatê eşkere bikin.”