NAVENDA NÛÇEYAN
PDK’ê ti carî endamên hizba xwe di pileya yekem de hesab nekiriye. Hertim yan kur, bav, yan jî bira, yan jî her sê bi hevre dicivin û çarenûsa xwe diyar dikin. Tenê malbata Barzanî li ser mijarên ewlekarî û aboriyê bi welatên derve û herêmê re dicivin.
Ji welatên herêm û cîhanê çi şande û rayedarên dewleta serdana Herêma Kurdistanê bikin, tenê bi Barzaniyan re dicivin. Di civînan de yan her sê Barzanî hene, yan Nêçîrvan, Mesud û yan jî Mesrûr heye. Lê ya balkêş di civînan de ti endamek mekteb siyasî ya PDK’ê cih nagre.
Niha li şûna partiyek demokratîk, zêdetirî xwe ji derve PDK weke partiye kartonî tê dîtin. Ji ber ku li gorî ti rêziknameya ti partiyek nabe endamên heman partiyê tevlî civînan nebe. Lê ji bo Barzaniyan berjewendiyên malbatê, ji hemû tişt û hemû endamên partiya PDK’ê girîngtire.
Eger em bala xwe bidin ser civînên tarî yên PDK, AKP û rayedarên rejîma dagirker ya Tirk, emê bibînin ku berpirsên Tirk tenê bi her sê Barzaniyan re dicivin. Piştre jî nivîsek didin berdevkê hizbê û hikumetê û li gorî xwe nûçeyek dinivîsin û belav dikin.
Çavkaniyek di nava PDK’ê de ku nexwest navê xwe bide ji ajansa me re axivî û got; “Civîn çarenûsin û divê yan Mesud Barzanî, yan Mesrûr yan jî Nêçîrvan Barzanî biryarê li ser wê civînê bidin. Eger kesek bidilê wan be, vedixwînin civînê, lê di mijarên ewlekarî û aborî de tenê ew amadene û ew bi xwe biryarê didin.”
Ev ne hesabkirina soranên di nava PDK’ê ya ji aliyê Barzaniyan ve, bûye lekeyek li ser marjînalên PDK’ê. Lê ji tirsa gef û terorkirinê, bêdengiyê hilbijartine û nikarin tiştek li ser vê ne hesabkirinê bêjin.