Bi taybet zarokên Kurd, li seranserê cîhanê zarok ji mafên xwe bê par tên hiştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya 33 salan welatên cîhanê ji bo parastina mafên zarokan peymanek îmzekirin, lê ew peyman tenê li ser rûpelên kaxezê ma û niha ji ber şer û pêşbaziya siyasî yan jî hejariyê jiyana zarokan di metirsiyê deye û zarok ji mafên xwe bê par tên hiştin.

Danezana Mafê Mirovan di 20’ê Mijdara 1989’an de ji bo parastina mafê zarokan peymanek îmzekir. Di peymanê de 54 madeyên ji bo mafên zarokên hatine nivîsandin. Heya niha 162 welatên cîhanê, tevî Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê jî îmzekirine. Hemûyan jî soz dane ku girêdayî peymanê bin û mafê zarokan bê parastin.

Tevî hemû welatan peyman îmzekirine jî, lê zarok li seranserê cîhanê di rewşek ne baş de dijîn. Zarok rastî êriş, tundûtujiyê tên. Bi taybet li welatên şer lê heyî, mafê zarokan tê binpêkirin.

Li gorî daneyên UNICEF, li seranserê cîhanê nêzî 900 milyon zarok rojane xwediyê dolarekin û hertim rastî êrişên malbat, tundûtujiyê tên.

Niha li Efganistan, Suriye, Yemen, Nîjerya, Lîbya û Somal, zarok di rewşek xirab de dijîn, herî zêde mafê zarokan li van welatan tên binpêkirin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî 37 milyon zarok li seranserê cîhanê penaberbûne, windane û ji ber şerê di navbera Ukrayna û Rusyayê jî ev rêje zêde bûye.

Di şer û pevçûnên çekdarên Hamas û Îsraîlê de, li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê heya niha 12 hezar û 300 kes li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane. Herwiha bi hezaran jî birîndar bûne. Ji vane 5 hezar zarokin û 3 hezar û 300 kes jî jinin. Li gorî vê rêjeyê jî herî zêde jin û zarok para ji xwe şer girtine.

Li Iraqê rewşa zarokan

Iraq yek ji wan welatên ku herî zêde zarok têde kar dikin û bazirganiya bi zarokan tê kirine, pisporên civakê sedema vê jî bi xirabiya rewşa aborî, nebûna planên malbatê a ji bo zarokan ve girê didin. Herwiha zewaca di temenê biçûk de sedema vê yekê tê dîtin. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî ji 5 zarokên li Iraqê du ji wan di rewşek hejar de jiyan dikin û neçarî karkirinê dibin. Bi vê re jî pêwîstiya sêyan yekê zarokên Iraqê bi alîkariyê heye û beşek ji van zarokane jî dev ji dibistanan berdane.

Herwiha li gorî ofîsa Têkoşîna Dijî Karkirina Zarokan ya li wezareta Kar û Barê Civakî ya Iraqê, ji ber şer û gendeliyê karkirina zarokan li Iraqê zêde bûye.

Li gorî rapirsiyek ku bi 411 malbat û 265 zarokan re hatî kirin, nêzî sedî 90 malbatên Iraqê, yek yan jî du zarokên wan kar dikin. Ji sedî 80’yê van zarokan karê giran û metirsîdar dikin.

Ji bilî hejariyê, şer jî bandorek mezin li ser zarokên Iraqê dike, li gorî raporan, di nava 5 salên borî de li Iraqê ji ber paşmayên şer û teqemeniyan, 519 zarokan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Rewşa zarokên Kurd

Tevî hemû peymanên ji bo parastina mafê zarokan, heya niha heî zêde zarokên Kurd ji mafên xwe yên herî biçûk, weke dibistan, zimanê dayikê bê par mane. Ji ber siyaseta dijminî ya dewleta Tirk û rejîma Îran ya li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê, bi hemû awayî zimanê dayikê li zarokên Kurd tê qedexekirin.

Ji bilî vê li Herêma Kurdistanê ji ber siyaset çewt ya desthilat û gendel ya hikumetê, nêzî 3 mehe li herêma Silêmanî, Helebce, Germiyan û Raperînê zarok nikarin biçin dibistanan.

Herwiha êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker jiyana zarokên li herêmê xistiye bin gefek mezin û atmosferek ne aram çêkiriye. Ji bilî ziyanên canî û birîndar bûnê, bandorek mezin li ser derûniya zarokan jî çêdike.

Ji bilî vê jî heya niha sinetkirina zarokên keç dewam dike, herwiha zewaca di temenê biçûk de jî ber bi zêdebûnê diçe. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, rêjeya zewaca di temenê biçûk de, li Herêma Kurdistanê di sala 2022’yan de ji sedî 2,7 bûye sedî 25,2.