KERKÛK/ROJNEWS
Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê di roja duyem de dewam dike. Beşa yekem ya şanoyan bi dawî bû, tê payîn 10 şanoyên din werin nîşandan.
Duh li bajarê Kerkûkê Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê, bi amadebûna rêjeyek berçav a hunermendên navxweyî yên Kerkûk, Kurdistan û Iraqê, Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîy û hunermendên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, Îran, Îtalya û gelek welatên din destpê kir.
Merasîma festîval ji salên borî cudatir destpê kir, bi def, bilûr û dîlan, hunermend li kolanên gel bi stran û muzîkê ji baxçeyê Kela Kerkûkê heta Navenda Çanda Kerkûkê meşiyan û şanoyek Muxtar Mihemedî hate pêşwazîkirin ku qala zarokên Kurdan dike ku hertim bûne qurbanî komkujiyên dagirkeran û civaka navneteweyî li hember van komkujiyan bêdenge. Di roja duyem de festival dewam dike.
Di roja yekem de 7 şano hatin nîşandan û tê payîn 10 şanoyên din jî werin nîşandan. Ji Rojhilatê Kurdistan û Iraqê gelek şanogeran şanoyên xwe dan nîşandan. Festival bi nîşandana şanoyên cûda di roja duyem de dewam dike.
Festîvala Navneteweyî ya Şanoyên Kolanê ya Kerkûkê destpê kir