Fermandarek Barzanî li Xezeyê hate kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarek Barzanî yê hêza lîwaya 890 ya Îsraîlê, li Xezeyê di şerê beramberî Hamasê de hate kuştin.

40 roj bi ser şerê Hamas  û Îsraîlê re derbaz bûn, heya niha zêdetirî 10 hezar kesî hatine kuştin. Duh bi şev fermandarek Barzanî di şerê li bermaberî Hamasê de hate kuştin.

Serokkomarê Îsraîlê Îshaq Herzog li ser malpera xwe ya taybet a medya civakî (X) ragihand ku ew ji ber mirina Dewîr Barzan ku şeva borî di şerê li Xezayê de şehîd bû, sersaxiyê ji cîgirê serokê Asayîşa Koşka Serokatiya Îsraîlê Aviha Barzanî re dixwazin.