Cîhan Îbrahîm: Hilbijartina meclîsa parêzgeha Kerkûkê ji bo Kurdan gelek giringe

BIRWA ESHED/ROJ NEWS

Namzeta lîsta ‘Kerkûk Hêz û Îradeya me ye’ Cîhan Îbrahîm, diyarkir ku hilbijartina vê carê ya meclîsa parêzgeha Kerkûkê ji bo Kurdan gelek giringe, ji bona wê pêwîst dike hemû kes herin ser sindoqên dengdanê. Her wiha Cîhan Îbrahîm diyarkir Jinên Kerkûkê jîr û bihêzin. Dikarin hemû berpirsyartiyek bigrin ser milê xwe û posta parêzgar jî birêve bibin.

Endazyar û namzeta Lîsta ‘Kerkûk Hêz û Îradeya me ye’ Cîhan Îbrahîm ku di heman demê de cîgira rêvebera avê ya Kerkûkê ye, di hevpeyvînek taybet li gel ajansa me de behsa giringiya tevlîbûna Kurdan a di hilbijartina meclîsa parêzgeha Kerkûkê de kir, her wiha behsa plan û projeyên xwe yên xizmetguzariya ji bo bajêr kir.

Tevlîbûna Kurdan a bi gelek lîsteyan wê çi bandorek xirab li ser dengên Kurdan bike?

Hêvî û daxwaza hemû Kurdan ew bû ku hemû aliyên siyasî yên Kurd bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên li Kerkûkê bikin. Bê guman ger bi yek lîsteyê Kurd tevlî hilbijartinê bibûyan, wê gel zêdetir bawerî pê anîban û çûban ser sindoqan. Mixabin hewildan bi serneketin û lihevkirin çênebû. YNK pêşengtî kir û ji destpêkê de hewl da hemû partiyên Kurd li dor hev kom bike û hemû bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin. Lê mixabin PDK bû sedema parçebûna dengên nava Kurdan daku yek lîste çênebe. Ev jî dibe sedem Kurd çend kursiyek ji dest bidin. Ji ber ku li gor yasaya hilbijartinê, dengê lîsteyên biçûk di şewitin.

Rewşa xizmetguzariyê li Kerkûkê di çi astê de ye?

Li Kerkûkê xizmetguzarî ne di asta pêwîst de ye û ji bo daxwazên gel nebûye bersiv. Bê guman di gelek aliyan de kêmanî hene. Wek şaredarî, elektrîk û kanalîzasyon. Wê armanca sereke ya meclîsa dema pêş a parêzgehê çareserkirina van pirsgirêkan be.

Rewşa ku piştî bûyerên 16 Cotmehê li bajêr derketiye, hun çawan dinirxînin?

Ji ber hilweşandina meclîsa parêzgeha Kerkûkê, ti çavdêriyek li ser kar û projeyan nemaye. Di encamê de desthilat û hikmê takrewî peyda bûye. Her wiha çavdêrî li ser budceya ku ji bajêr re tê veqetandin nîne. Giringiya meclîsa parêzgehê çavdêrîkirina proje û bicihkirina wane. Her wiha guherîna demografiyê û veguhestina nifûsê ji bo nava Kerkûkê û gelek biryarên din ji ber nebûna meclîsa parêzgehê ye.

Çi projeyek we ya xizmetê ji bo Kerkûk heye?

Wek jinek endazyar di rêveberiya xizmetguzariyê de min kar kiriye. Hertim di nava welatiyan de bûme. Ezê ji bo peydakirina xizmetguzariyan bixebitim. Ezê bêy cûdahî ji hemû xelkê Kerkûkê re xizmetê bikim. Niha gelek projeyên me hene û dîzayna wan temam bûne. Lê nehatine bicihanîn û ev deh salin li ser refikan hatine hiştin. Bê guman emê li meclîsa parêzgehê kar bikin daku rewşa Kerkûkê baş bibe.

Çiqas giringe jin di postên rêveberiya Kerkûkê de beşdarbin?

Jin dilsoztir û hişyartirin ji bo pêkanîna karên xwe. Her wiha zêdetir hest bi berpirsyartiya li beramberî welatiyan dikin. Jin çawan li malê hemû karên mala xwe birêve dibe, li her cihek jin di postek rêveberiyê de be serkeftiye. Li gor yasayê divê ji sedî 25’ê meclîsa parêzgehê jin bin. Ji bilî postên xizmetguzariyê, gelek jin hene di postên rêveberiyê de cih digrin û serkeftîne. Jinên Kerkûkê jîr û bihêzin. Dikarin hemû berpirsyartiyek bigrin ser milê xwe.

Li Iraqê ti demî jinek nebûye parêzgar, ma êdî ew dem nehatiye jinek bibe parêzgar?

Her jinek bikare bibe endamê meclîsa parêzgehê wê bikare erkê parêzgar jî bi awayek gelek baş bimeşîne. Rêjeya jinan di nav meclîsa parêzgehê de ji sedî 25, ger zilam piştgiriya me bikin û dengê xwe bidin, emê bikarin parêzgarek jin hilbijêrin. Ez bi xwe amademe, her jinek din jî xwe ji bo wê postî hilbijêre amademe dengê xwe bidimê.

Çi daxwazek we ji bo vê hilbijartinê ji Kurdên bajêr heye?

Ji sala 2005’an ve li Kerkûkê hilbijartin nehatiye kirin. Hilbijartina vê carê gelek giringe her Kurdek here ser sindoqê û dengê xwe bide. Yên tevlî dengdanê nebin, hebûna xwe winda dike. Yê dengê xwe dide jî hebûna xwe nîşan dide. Her gilî û gazindek me hebe, em li cihek daynin û herin dengê xwe bidin. Ger Kurd di vê hilbijartinê de bisernekvin, dibe çend salên din jî hilbijartin pêkneyên. Ger deng nedîn wê peşîmanî ti suda xwe nebe.

(kş)