NAVENDA NÛÇEYAN
Parastina Sivîl ya Hewlêrê ragihand ku li gundê Şêxe Las yê sînorê navçeya Mexmûrê ciwaneke di lehiyê de xeniqî ye got; “Piştî lêkolînan tîmên me cenezayê wî dîtiye.”
Îro êvarê Parastina Sivîl ya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Şêxe Las yê devera Qere Mela yê girêdayî navçeya Mexmûrê di encama lêhiyê de welatiyek xeniqî.
Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku welatiyê jiyana xwe ji dest daye, karê şivantiyê dikir û piştî lêgerînên tîmên wan, cenazeyê wî hatiye dîtin.
Duh derengiya şevê, rêjeyek zêde baran li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê barî. Di encama barîna barana zêde de, li sînorê Hewlêr, deverên Germiyan lehî rabûn û gelek malên welatiyan di bin avê de man.
(wd)