MEXMÛR-ROJNEWS
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewr girtina koma 25’emîn di roja 124’an de berdewam dike.
Çalakiya nobetê ya ku di 20 Tîrmehê de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi merasîmekê koma çalakiyê ya 24’emîn çalakî dewrî koma 25’emîn kir.
Merasîm bi amadebûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 24’emîn Endama Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Roj Yildiztan axivî.
Roj Yildiztan di destpêka axaftina xwe de bi boneya nêzbûna 27’ê Mijdarê Cejan Vejinê li hemû gelê amade û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Ev sê salin me tu agahî ji Serokê xwe ne girtiye. Em êrişên li ser Serokatî, ciwan û gelê Kurd şermezar dikin. Emê heta azadiya Rêber Apo çalakiyên cûr bi cûr pêşbixin. Her roj cezayên disîplînê li ser Rêbertiya me ferz dikin. Bi van êrişan dixwazin ciwanan ji Rêbertî dûr bixin. Lê emê bi çalakiyên xwe azadiya fîzîk ya Rêbertiya xwe mîsoger bikin.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Mexmûrê’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.
(jp-ah/wd)