ŞENGAL-ROJNEWS
Di meha mijdarê de malbatên ku xwedî rezin êdî ji çiya dadikevin deştê, li qada Ware bi Rez ya Çiyayê Şengalê jî beriya malbat dakevin deştê amadekariyên xwe yên zivsitanê bi hişkirina hêjîr, hinar û tirî (mêwîj) bidawî kirine.
Malbatên Êzidî ku li gundên kevin yên di çiyade dimînin, amadekariyên xwe ên sivistanê qedanine û êdî malaviyê li karê rez û baxa dikin. Di demsala payîzê de li gundan bi hişkirina berhemên weke tirî, hinar, tutin û hêjîran, gel amadeakariyên xwe yên zivistanê dike. Taybet li Şengalê heya 15’yê Mijdarê payîz pir sar nabe. Lewma ev jî dibe firsend ku malbatên xwedî rez hîn baştir amadekariyên xwe yên zivistanê bikin.
Li herêma ‘Warê bi Rez’ ku qadeke ku gelek rezên hejîran, rezên hinaran û rezên tirî lê hene. Bi hişkirina berheman amadekariyên xwe yên zivistanê temam kirine û êdî ji Warê bi Rez berê xwe didin malên xwe ku di demsala zivistanê de lê dimînin.
Me jî berê xwe da herêmê û hin kêliyên nava gund şopand.
(îê/wd)