ROJEVA 21.11.2023

NAVENDA NÛÇEYAN

-28 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.

-Rêxistina Azadbûn wê pirtûka lêkolîner Nagîhan Akarsel bidin nasandin. (14:00)

-Li hola muzexaneya Silêmanî wê pêşangehek wêneyan were vekirin. (15:30)

-Nûnerên giştî mamostayên bipeyman ku du mehin boykot ragihandine, wê li ser şêwaza çalakiyên xwe bicivin. (13:00)

-Li Hewl3erê Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan wê derbarê rewşa mafê zarokan de semînerek were dayîn. (10:00)

-Heftemîn pêşangeha Kameran Kargeçî wê li muzexaneya Silêmanî were vekirin.

-Li Hewlêr û gelek herêmêndin ji ber barîna baranê lehî rebû û ziyanek mezin gihişt xelkê.

-Propagandaya ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan dewam dikin.

-Boykota mamostayan didome.

-Şerê di navbera Hamas û Îsraîlê de dewam dike.

-Çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê didomin.

-Ji bo jiyanek ku têde zarok aram, azad, ji bo civak, çand, zimanê xwe bi vîn û îradeya xwe bikarin bijîn beriya her tiştî jiyanek ku têde jin û mêr li hemberî hevdu divê rêzdayîn hebe. Rêber Ocalan wiha dibêje; “Ger xwesteka jiyankirina vê heye, di serî de divê ev bi jin re ji nûve hêzek zanistiya hevbeş ava bibe, bi xuliqandina hestên xweşikbûn û bilindbûnê re û divê bi parvekirinê re bi serbixin.”

-Serokeşîrên Şengalê ji bo hilbijartina parêzgeha Mûsilê piştgiriya xwe ya bi namzetên Rêveberiya Xweser re nişan didin û dibêjin: “Wê îdareya Şengalê bibe ji xelkê Şengalê. Em hêviyê ji hemû xelkê Çiyayê Şengalê dikin dengê xwe bidin namzetên xwe, dengê xwe bidin Şengala xwe.”

-Di meha mijdarê de malbatên ku xwedî rezin êdî ji çiya dadikevin deştê, li qada Ware bi Rez ya Çiyayê Şengalê jî beriya malbat dakevin deştê amadekariyên xwe yên zivsitanê bi hişkirina hêjîr, hinar û tirî (mêwîj) bidawî kirine.

-Namzetê YNK’ê yê ji lîsteya tifaqa ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ dikeve hilbijartinên parêzgeha Mûsilê Derwêş Pîso, diyar kir eger lîsteya hevpeymaniya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ bi awayeke bihêz bikevin Encûmena Parêzgeha Mûsilê, dê rê li ber pîlanên derve yên dijî Şengalê jî bigirin û got: ‘Ji dema Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê avabûye heya niha, gelek gavên erênî hatine avêtin.’

-Rojnews bi raporekê li gorî amar û zanyariyên fermî, balkişand li ser ciyewaziya navbera sîstema perwerde û xwendinê ya 31 salî ya desthilata Herêma Kurdistanê û 11 salên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Li Herêmê 31 salên paşketî, têkçûyî û tejî gendelî heye, li Rojavayê Kurdistanê jî 11 salên serkeftî û pêşxistina perwede, xwendin û zanistê heye.

-Namzeta lîsta ‘Kerkûk Hêz û Îradeya me ye’ Cîhan Îbrahîm, diyarkir ku hilbijartina vê carê ya meclîsa parêzgeha Kerkûkê ji bo Kurdan gelek giringe, ji bona wê pêwîst dike hemû kes herin ser sindoqên dengdanê. Her wiha Cîhan Îbrahîm diyarkir Jinên Kerkûkê jîr û bihêzin. Dikarin hemû berpirsyartiyek bigrin ser milê xwe û posta parêzgar jî birêve bibin.

-Rojnamevan Hewar Mihemed balkêşa ser rewşa niha ya azadiya fikir, raman û revandina rojnamevan Silêman Ehmed kir û got; “Di vê kabîneyê de, PDK bi rêya dezgeha Parastinê herî zêde dijî rojnamevanan binpêkirin kiriye. Divê aliyên din, saziyên ragihandin û welatî jî li hemberî van binpêkirinan, bêdeng nemînin.”