Bi dronan êrişî baregeha Eyn Esed hat kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dronan êrişî baregeha Eyn Esed ya hêzên Emerîkayê ya li parêzgeha Enbar hate kirin.

Êrişên bi dron û muşekan ên li ser baregehên Emerîka yên li Iraq û Suriyeyê berdewam dikin.

Di saetên dereng ên şeva borî de koma Muqawemey Iraqê bi dronan êrişî baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê kir.

Têkildarî êrişê koma Muqawemey Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, derengiya şeva borî çend armancek li baregeha Eyn Esed bi dronan hedef girtine.

Di daxuyaniyê de behsa encama êrişê nehatiye kirin.

Her ku diçe êrişên li ser baregehên hêzên Emerîka yên li Iraq, Herêma Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê zêdetir dibin. Li gor Pentagonê, tenê di meha borî de 55 caran êrişê ser hêzên wan hatiye kirin. Di encamê de hejmarek leşkerên Emerîkî birîndar bûne.

(kş)