NAVENDA NÛÇEYAN
Li Besrayê di encama qezayek trafîkê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes ji wan mamostane.
Medyaya Iraqê ragihand, vê sibehê li Besrayê şufêrê wesayîtek barhilgir kontrol ji dest da û li mînîbûsek qelibî. Hat gotin di encama qezayê de 10 mamosta, 3 zarok û şufêrê mîbûsê jiyana xwe ji dest dan.
Hat gotin cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane, rakirin tiba edlî û di derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
(kş)