NAVENDA NÛÇEYAN
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê tecrîdkirî bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin.