NAVENDA NÛÇEYAN
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Ewn Dadat ê Minbicê barandin. 7 kes birîndar bûn.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bombe li gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê barand. Di encamê de 7 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dar Eş Şîfa.
Navê birîndaran bi vî rengî ye:
Fatima El Îbrahîm, Îmad El Ubêd, Ebdullah Şêx Hesen, Hisên El Ehmed, Mihemed Zekeriya El Mewas, Hesen El Hecî û Ehmed El Fewaz.