NAVENDA NÛÇEYAN
Endamê Desteya Mamostayên Nerazî Dilşad Mîranî diyarkir ku roja 26’ê Mijdarê mamostayên nerazî wê herin Bexdayê û li wêderê çalakiya xwe ya ji bo mafên darayî lidarxin.
Du mehin beşek zêde ya mamostayên Herêma Kurdistanê boykot ragihandine û daxwaza mafên xwe ji hikûmeta Herêmê dikin. Lê hikûmet li beramberî daxwazên mamostayan bêdenge û ti daxwazek wan bicih neaniye.
Endamê Desteya Mamostayên Nerazî Dilşad Mîranî têkildarî çûna mamostayan a Bexdayê ji Rojnews re axivî û got: “Yekşema bê (26’ê Mijdarê) hejmarek zêde ya mamostayên nerazî emê herin Bexdayê û li wêderê daxwaza mafên xwe bikin. Bi 50 otobusan emê herin Bexda û li qada Tehrîrê daxwazên xwe bînin ziman, pankart û dirûşmên xwe bi zimanê Erebî bilind bikin.”
Dilşad Mîranî da zanîn ewê neçin ti cihek fermî û li gel ti sazî û dezgehek hikûmeta Iraqê necivin.
Mîranî destnîşankir wê mamostayên parêzgeha Silêmanî, Helebce, îdareyên Germiyan, Raperîn, navçeya Koye, Xaneqîn û çend bajarokek din tevlî çalakiyê bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye çend daxwazek mamostayan hene, ewjî; Dayîna muçe di dema xwe de, mafên darayî, tayînkirina mamostayên bi peyman û çarenûsa muçeyên paşkeftî. Lê heta niha hikûmeta dem borî ya Herêma Kurdistanê ti bersivek ji daxwazên mamostayan re nedaye.
(kş)